Lavrov: Em Dikarin bo Afganistanê Navbeynkarîyê Bikin

lavrov-afghanistan (2)

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov dîyar kir ku bala wan û ya Çîn, Amerîka, Pakistanê bo çareserîya kêşeya li Afganistanê li ser navbenynkarîyê ye.

Lavrov da zanîn ku bo li herêmê ti gef çênebin ew dixwazin ku li Afganistanê aştî û îstiqrar çêbe.

Wî dîyar kir ku ew naxwazin ku penaberên Afgan yan leşkerên Amerîkî li herêma Asya Navîn, ku di navbera Afganistan û Rûsya de ye û berê di bin kontrola Sovyetê de bû, bi cîh bibin.

Wezîrê Rûsya da zanîn ku ew bi guman bi pêwîstîyeke bi wî rengî dinêre.

Hêjayî balkişandinê ye ku Rûsya bi komarên Sovyetê yên berê re peywendîya berfireh didomîne û wê herêmê ji nêz ve dişopîne.

Pustên heman beş