Tirkiye hêzên xwe ji Efxanistanê vedikişîne

Tirkiye hêzên xwe ji Efxanistanê vedikişîne

Tirkiyê ragihand ku erkên wan li Efxanistanê xilas bûne û dê hêzên xwe ji wî welatî vekişînin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand; erkên wan li Efxanistanê temam bûne ji ber wê jî dest bi vekişînê kirine.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya kontrolkirina Kabulê ji aliyê Talîban ve hewl dida ku Amerîka û NATO û hikûmeta Kabulê razî bike ji bo asayîşa balafirgehê bigre ser xwe.

Piştî kontrolkirina Kabulê ji aliyê Talîban ve, Enqerê heman daxwaz ji Talîban kir, lê belê Tevgera Talîban mana artêşa Tirkiyê li ser axa Efxanistanê red kir.

Biryar e heta dawiya vê mehê hemû biyaniyên li ser axa Efxanistanê ji welat derkevin.

Pustên heman beş