Amrîkayê 250 hezar kesên alîkarîya wê kirî, li jêr rehma Talîbanê hiştin

usa-afganistan

Pêvajoya derxstina Amerîkî û kesên ku alîkarîya artêşa Amerîkayê kirne ji Efxanistanê dewam dike, tevgera Talîbanê jî heya 31 vê mehê dem ji bo veguhestina wan dest nîşan kirîye.

Rojnameya New York Times ya Amerîkî eşkere kir, pêtirî 250 hezar kesên Efxan digel artêşa Amerîka kar kirine û hêjan ji Afxanistanê nehatine derxstin, her wiha dibêje: Goman heye ku Amerîka bikare wan hemû kesan xelas bike.

Her wiha dest nîşan kir, tevgera Talîbanê ku heya 31/8/2021an dem ji bo Amerîkayê diyar kir ku hemwilatiyên xwe ji welat derxîne, ev bi wê wateyê tê ku heger di rojê de 20 hezar kes jî bên veguhestin, pir zehmete ev 250 hezar kes bên veguhestin.

Rojnameya New York Times tevî ku serokê Amerîkayê Joe Biden gotîye emê tev Amerîkîyan ji Afxanistanê di dema dest nîşan kirî da derxînîn, lê belê goman heye, kesên Afxan yên ku li gel artêşa Amerîkayê xebtîne li wir asê bin û li jêr rehma tevgera Talîbanê de bimînin.

Pustên heman beş