Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê %51 dijî rêbaza Erdogan in

metopoll-turkey-ardogan-erdogan-akp-mhp (2)

Li gor rapirsiya Kompanya MetroPOLLê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji %51ê welatiyan rêbaza rêvebirina serokkomariyê ya Recep Tayyip Erdogan qebûl nakin. Herwiha piştgiriya bo Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roj bi roj kêmtir dibe.

Kompanya Rapirsiyê ya MetroPOLLê di navbera 19-23 Tebaxê de li 28 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 1717 kesan re li ser “Rêbaza Rêvebirina Serokkomariyê ya Recep Tayyip Erdogan” rapirsiyek kir.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan pirsa “Hûn rêbaza rêvebirina serokomariyê ya Recep Tayyip Erdogan” “erê” dikin an nakin hat kirin. Ji %51ê beşdarvanan gotine em “erê” nakin û %38,5 gotine em “erê” dikin. Herwiha ji %10,5 jî gotine di vê mijarê de nêrîneke me tine ye.

Di meha Tîrmehê de rêjeya kesên ku piştgiriya Erdogan dikirin %48,1 bû. Herwiha piştgiriya dengdêrên MHPê bo Erdogan bi aweyekî ber bi çav daketiye. Di meha Tîrmehê de ji dengdêrên MHPê %76,8ê wan piştgiriya Erdogan kiribûn. Lê ev rêje di meha Tebaxê de daketiye %54,5.

Pustên heman beş