Wezîrê Berevaniya Iraqê: Êrişên Tirkiyê li deverên sînorî ne binpêkirina serweriya Iraqê ye!

Wezîrê Berevaniya Iraqê: Êrişên Tirkiyê li deverên sînorî ne binpêkirina serweriya Iraqê ye!

Wezîrê Berevaniya Iraqê dibêje, êriş û bordûmanên artêşa Tirkiyê li deverên sînorî yên Iraqê (Herêma Kurdistanê) ne binpêkirina serweriya Iraqê ye!

Wezîrê berevaniya Iraqê, Cumhe Înad di semînara Rafîdeyn de li Bexdayê behsa serweriya Iraqê Iraqê kir û ragihand, ew êrişên ku Tirkiyê li deverên sînorî li dijî PKKê pêk tîne, serweriya Iraqê binpê nake.

Wezîrê berevaniya Iraqê her wiha got, Tirkiye bo wan êrişan behane hene, ew jî hebûna hêzên PKKê ye, ji ber wê jî êrişên Tirkiyê nayê wateya binpêkirina serweriya Iraqê.

Bi gotina wî wezîrê Iraqî, êrişên Tirkiyê bê hemahengî bi Iraqê re tên kirin!

Pustên heman beş