Ocalan wezîfa xwe dike, ya Burkay dike çiye?

Ocalan wezîfa xwe dike, ya Burkay dike çiye?

Nûrî Çelîk

Înkarkirina „netew-dewlet“bûna Kurdan, dijderketina serxwebûna Kurdistanê, paraztina yekdewletbûn û yekparîya Tirkîyê wek rêya qederê danîne ber Kurdan û Kurdan bi van dek û dolaban dixapînin, ji xeta netewî bi dûr dixin.

Kemalîzmê wek îdeolojîyek hevbeş di mejîyê Kurdan de dikolin.

Bi vî awayî dixwazin Kurdan ji xeta netewî û netewperwerîyê sar bikin û çavreşî bikin.

Kurdên ku li netewa xwe û serxwebûna welatê xwe xwedî derdikevin jî bi tohmetên wek „netewperwerên paşverû“ bi nav dikin. Ev tohmetên sivik û dûrî aqilan jî helbet ji serê kanîyê, ango ji delhîza dewleta Tirk dipijiqin û peşkan li Kurdan dixin.

Ocalan di hevdîtina herî dawîn de HDP firand ber perê ezmanan û Kurdên ku li dij derdikevin jî dîsa mohra „netewperwerên paşverû“ li wan xist. Di vir de gotinên Ocalan û Kemal Burkay hevdu temam dikin. Yanî, HDP û partiya Kemal Burkay birastî jî ji bo netewperwerîya Kurd bê astengkirin hatine avakirin.

Miletê Kurd di dîroka xwe de her fedakarî kiriye. Bi mal û canê xwe ve piştgirî daye doza xwe, doza Kurd û Kurdistanê. Lê çi hatibe serê vî milletê mazlûm, her bi destê serok û rêvebirên wî hatiye serê wî.

Kesên ku serokatî û rêvebirîya vî milletê fedakar kirine, fedakarî û dilsozîya milletê Kurd yan ji bo berjewendîyên xwe û yan jî ji bo berjewendîyên dewletên dagîrker bi kar anîne.

Ji ber ku ruhê netewî, evîn û evîndarîya Kurd û Kurdistanê bi wan re tunebû û tuneye, ji wan re her rê mubah e. Ji ber vê, kurmê darê ji darê derdikeve.

Kesê ku evîndarê tiştekî nebe nikare xwe di ber wê evînê de feda bike.

Çawa ku Ocalan di nivîs û hevpeyvînên xwe de digot „Bende Kurd aşki yoktur – eşqa Kurdî bi min re tuneye“ tam di vê derbarê de Kemal Burkay jî di nivîsa xweyî 31.08.2021 de da xuyakirin go; ti eşqa netew- dewletê pêre tûneye. Û eşq û evîna Kurd û Kurdistanê wek Ocalan bi wî û rêvebirên DBP, HDP û HAKPAR re jî tuneye.

Ji ber vê jî, pir bi hêsanî karin ked, xwêdan, xwîn û derfetên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, feda bikin û dikin jî.

Îro xwîn û xwêdana şehîdên Kurdistanê ji bo ÎZM a Kemal Burkay û yên weke wî hatine fedakirin.

Ji bo demokratîk cimhûrîyeta Tirko, ji bo yekpare û yekrêzîya dewleta Tirko hatine fedakirin.

Helbet Kurd jî ne Kurdên berê ne. Bi hezaran Kurdperwer û netewperwer di nav ref û bingeha PKK, DBP û HAKPAR rê de hene.

Ew Kurdên ku bi mal û canê xwe, her tiştên xwe ji Kurdistanek serbixwe re feda kirine, wê li ked û xwêdana xwe jî xwedî derkevin û wê bêdeng nemînin.

Wê bêdeng nemînin ku partîyên çeqilmast wek HAKPAR û HDP li ser xwîna zarokên wan biçêre. Wê bêdeng nemînin û razî nebin ku dijberên netew-dewlet wilo bi hêsanî xwîna zarokên wan di tasa zêrîn de pêşkêşî Kemalîstên Tirk bike.

Wê bêdeng nemînin ku hinek tacirên siyasî li ser pişta keç û xortên wan bazirganîya xwînê bikin. Tam di vê hesasiyê de, ez ji Kemal Burkay dipirsim;

Ocalan bi êrîş kirina Netewperwera, ango Milyetçiya wezîfa xwe dike; gelo ya ti dikî çiye?

Nêzîk lê ne dûr, helbet wê li dij vê kambaxiya we deng ji Kurdên fedakar û xwedî xîret derkeve.

Pustên heman beş