Reva 2 Keç û cîwanekî Rojavayê Kurdistanê ji PKKê û dijitiya PKKê li hemberî malbatên Efrînî

Reva 2 Keç û cîwanekî Rojavayê Kurdistanê ji PKKê û dijitiya PKKê li hemberî malbatên Efrînî

Îbrahîm GUÇLU

Di van rojên dawî de du bûyerên gelek girîn hene û PKKê re girêdayî ne. Divê em ev herdu bûyeran mitleqe bînin ser zimên û analîz bikin. Helwest li hemberî van bûyeran diyar bikin. Di derbarê van du bûyeran de jî PKKê teşîr û şermezar bikin.

Ji bona ev herdu bûyeran, an jî mijar bên fahm kirin, divê em PKKê careke din ji nêzik ve nas bikin.

PKKê roja ku wek projeyekê ava bû û heta îro, xirabî, şerfiroşî, provokasyonên xwe li hemberî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê, li hemberî dîrok û çanda neteweya kurd, li dijî gelê kurd, li dijî rêxistinên Kurdistanê didomîne.

Xirabî, şerfiroşî, provokasyon, êrîşên PKK di destpêka avakirina wê de li Bakurê Kurdistanê, di qonaxa duyemîn de li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, di qonaxa seyemîn de jî li Rojhelata Kurdistanê domand.

Bi taybetî jî piştî ku li Başûrê Kurdistanê Kurdan serwerî qezenç kir û bûn desthilatdar, mafên xwe yên neteweyî qezenç kirin; statuya federe/federal ava bû, dijminitî û şerê PKKê li hemberı Başurê Kurdistanê xûrttir bû.

Di şerê PKKê de, bi hezaran pêşmerge û ciwanên Kurdistanê hatin kûştin.

Di êrîşên PKKê de bi hezaran welatparêz hatin kûştin. PKKê bes di nav xwe de 17.000 kurdperwer kûştin.

PKKê li ku dijminekî Kurdan û Kurdistaniyan û Kurdistanê û neteweya kurd hebe, diçe bi wan re tîfaq dike, li ser navê wan şerê wekaletê dimeşîne.

Li Bakûrê Kurdistanê bû sedema tasfiye ya Tevgera Neteweyî û rêxistinên Kurdistanê.

Li Rojavayê Kurdistanê jî tahrîbat kiriye, dîktatorî ava kiriye, zûlm û zordariya li gelê me û li kurdperweran dike, bi salan e ku tê nivîsandin.

Di van rojên dawî de berpirsiyarên PKKê bi riya medya ya xwe li hember PDKê şerekî dimeşîne. Derew û manîpulasyona tîne ser zimên. PKKê bi derew û manîpulasyonên xwe, kurdan dikin dijminê kurdan. Berpirsên PKKê di daxûyaniyên xwe de dibêjin ku, “PDK di nava xiyanetê de ye û şerê li dijê PDKê hêdî nabe şerê birakujiye.“ Yanî dibêjin ku ji bona PDKê tûne bikin, dê şer bikin.

Di heman dem de gelek alîgirên PKKê di medya civakî de aşkere didin xûyakirin ku divê PKK ji dev şerê li gel Tirkiye berde û ewilê PDKê ji holê rake. Lewra ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rakin, ji PDKê re dijminitî dikin.

Ew stratejiya wê, ya ewil e û dema wek hatibû avakirin e. Wek tê zanîn PKKê di manîfestoya xwe ya damezrandinê de beriya dewleta kolonyalîst ya Tirk, gelê kurd û rêxistin û partiyên Kurdistanê dijmin qebûl kir. Gor wê stratejiyê li hemberî rêxistin û partiyên Kurdistanê şer kir. Ew şerê wan beriya sala 1980yî li hemberî KUKê hat sewiyeke bilind. Bi sedan kurdperwer hatin kûştin.

PKKê zêdetir ji bêdengiya rêxistin û partiyên Kurdistanê qezenç kir. Di vê qonaxêde de jî, ji vê yekê qezenç dike. Rêxistin û partiyên Başurê Kurdistanê dengên xwe li hemberî şerfiroşî û xirabiya PKKê yên li hemberî PDKê û Dewleta Federe ya Kurdistan, bilind nakin.

Ez di baweriyê de me ku gelek partî û rêxistin jî, ji bona ku PDKê zirar bibîne û desthilatdarî wenda bike, piştgiriya PKKê dikin.

Lê divê baş bê zanîn ku şerîlankirina PKKê li dijî PDKê, ne bes li hemberî PDKê ye. Ev şerê wan li dijî serxwebûn û federalîzma Kurdistanê ye. Loma hemû rêxistin û partiyên Başûrê Kurdistanê yên ku ji federalîzmê re xwedî derdikevin, divê li dijî PKKê helwesta xwe vekirî diyar bikin.

Divê baş bê zanîîn ku armanc û stratejiya PKKê maksîmal e. PKKê dixwaze ku pêşiya pêvajoya dewletbûna Kurdistanê bigre û federalîzmê jî têk bibe.

Divê kurd îzin nedin vê xirabiya PKKê. Li dijî PKKê bi xûrtî şer bikin û mixalefet bikin.

PKKê gundên Kurdistanê, Maxmûr, Şengal dagir kiriye. Nahêle ku gundî çandiniyê bikin. Gundî û zarokên kurdan direvîne. Gor lêkolînekê PKKê, ji DAEŞê zêdetir bes zarokên Şengalê revandiye, ew kirine leşker. Ew dane kûştin û ew înfaz kirine.

Li Rojavayê Kurdistanê zûlmeke mezin didomîne. Dîktatortya PKK/PYD nahêle ku rêxistinên Kurdistanê xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî bimeşînin. Li wir jî kurdam direvînin êşkence dikin û dikûjin. Siyasiyan digrin hepis dikin, êşkence dikin û dikûjin.

DIVÊ PKK-Ê JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊ DERXİSTİN Û SÎSTEMA WÊ LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BÊ RÛXANDIN.…

Wezîfeya mezin li ser piştê Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê û Meclîsê Kurdistanê, rêxistin û partiyên Kurdistanê ye.

Pirs û xeteriya PKKê li Başurê Kurdistanê bi daxûyaniyan çareser nabe. PKKê li Başûrê Kurdistanê rêxistineke biyanî, dagirker, ajaavakar, terorîst e. Divê ku ji Kurdistanê bê qewirandin.

Li Rojavayê Kurdistranê jî sîstema wan ya faşîst û totalîter bê rûxandin.

2 KEÇ Û CIWANEKÎ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ JI PKK-Ê REVIYANA Û LÊ DîSA TESLÎMî PKK-Ê HATIN KIRIN…

Gor agahdariya rojnameya Darka Mazî:

Beriya demekê 2 keç û ciwanekî Rojavayê Kurdistanê li Maxmûrê ji PKKê reviyan xwe teslîmî hêzên ewlakarî yên Hikûmeta Federal ya Iraqê kirin. Iraqê lêpirsîn dikin, tespît dikin ku nêrînên 2 keç û ciwanê kurd rast in. Merhelaya ku wan teslîmî malbat û an jî PDKê bikin, yek kesekî leşker ji berpirsiyariya YNKê, ji rewşê agahdar dibe, diçê ji PKKê re sixûrî dike û Agahdarî dide PKKê.

PKKê jî tê wan 2 keç û cîwanê kurd ji Hikûmeta Iraqê daxwaz dike. Ew jî 2 keç û cîwanê kurd teslîmî PKKê dikin.

Ew du keçên Kurd: Barîn Xelîl Elî û Nesrîn Selan Şîndîn in.

Cîwanê kurd: Mihemed Hecî ye.

Nûha nê zanîn ku rewşa wan keç û cîwanê kurd çi ye?

Ez baş dizanim ku jiyana wan di xeteriyê de ye?

Naha ew di zîndana PKKê de êşkence dibînin.

Divê her kurdek, rêxistinên Kurdistanê, bi taybetî jî Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê li ser vê bûyera esasî û jiyanî raweste.

Helwesta Hikûmeta Iraqê li dijî hiqûqa navneteweyî û li dijî hiqûqa defederalî ye.

Helwesteke ne însanî ye.

2 keç û cîwanekî kurd ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve teslîmkirina rêxistineke terorîst û barbar, tewan e.

PKK-Ê, MALBATÊN KU VEDİGERIN EFRÎNÊ DIJMIN ÎLAN DIKE. DIVÊ HER KURDEK JI MALBATÊN EFRÎNÎ RE XWEDÎ DERKEVIN…

PKK dixwaze ku kurdan tune bike û Kurdistanê vala bike. Kurdistanê bike welatên kolonyalîstan.

PKKê gelek aşkere girêdayî vê stratejiyê Efrîn teslîmî Dewleta Tirk kir, pişt re jî Efrîn vala kir û Efrînî di qampên xwe de mahkûmî birçîbûnê û zûlmê kir. Li ser wan desthilatdariyeke faşîst û totalîter çêkir.

Nûha jî malbatên Efrînî ji bona ku li gundê xwe azad bijîn û çandiyê bikin û jiyaneke xweş derbas bikin; ji zûlma PKKê ya fasîst û totalîter xelas bibin, vedigerin Efrînê.

PKKê ji bona desthilatdariya xwe ya faşîst û tatlîter li ser Efrîniyan bidomîne li dijî vê vegerê derdikeve.

Ji bona vê vegera malbatên Efrînê jî, ENKS û PDK-Sê tewanbar dike.

Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku malbatên Efrînê bi îradeya xwe vedigerin gundên xwe. Li ser axa xwe zûlim kişandin, ji koçberî û penaberî baştir e. Zûlma bikşînin jî zûlma PKKê zêdetir nabe.

Divê rêxistinên siyasî û kurdperwer û Efrînî, guh nedin manîpulasyon û derewên PKKê.

Divê Efrînî gor îradeya xwe ya azad tevbigerin.

Divê hemû kurdperwer jî, ji wan re bibin alîkar. Li hemberî derew û xirabiyên PKKê derkevin.

Diyarbekîr, 03. 09. 2021

Pustên heman beş