Tirkiye û Sûriyê dest bi qonaxeka nû dikin di pêwendiyên xwe de

Tirkiye û Sûriyê dest bi qonaxeka nû dikin di pêwendiyên xwe de

Tê gotin ku berpirsên îstixbaratên Tirkiye û Sûriyê dê li Iraqê hev bibînin û di navbera her du welatan de “qonaxeka nû” dest pê bike.

Rojnameya tirkî ya Turkiye, ku nêzîkî hikûmeta Tirkiyê ye, ragihandiye, berpirsê MÎTa Tirkiyê Hakan Fîdan û berpirsê asayişa niştimanî ya Sûriyê Elî Memlûk dê li Bexdayê hev bibînin.

Wê rojnameya tirkî behsa dema wê hevdîtinê nekiriye lê ji zarê berpirsê berê îstixbarata artêşa Tirkiyê, Îsmaîl Hakki Pekîn gotiye, rojeva serekî ya wê hevdîtinê PKK/YPG û mesela penaberên Sûrî yên li Tirkiyê ne.

Wî efserê îstixbaratê daye zanîn jî, bi wê hevdîtinê re dê qonaxeka nû di pêwendiyên Sûriye û Tirkiyê de dest pê bike.

Pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê ji sala 2011 de û piştî ku şerê navxwe li Sûriyê derket, qut bûye.

Berpirsên îstixbarata Tirkiye û Sûriyê par zivistanê li Rûsyayê jî civiyabûn.

Pustên heman beş