5 Wezîrên terorîst di hikûmeta nû a Talîbanê de ne

taliban-afghanixtan-haqani (2)

Tevgera Talîbanê hikûmeteke demkî îlan kir, 5 wezîrên girêdayî girûpa Heqqanî tê de ne ku ji hêla Amerîkayê ve daxwaz kirîne û bi milyonên dolaran xelat ji boy wan hatine dest nîşan kirin.

Wezareta derve a Ameykayê îro paş çend sa’etan ji ragihandina Talîbanê bo hikûmeta nû, daxuyanîyek lezgîn parve kir û dilgiranîya xwe ji hilbijartina hinek kesên di wê hikûmetê de îlan kir.

Yêk ji wan kesên ku Amerîka ji hilbijartina wî acize, serokê hikûmeta Talîbanê bi xwe ye ku bi navê Muhemed Hesen Yaxund e ku di lîsta reşa a Neteweyên Yekbûyî de ye û her wiha yêk ji seranên rejîma dirinde a Talîbanê ye.

Her wiha kesê din ku Amerîka dilgiran kirîye, Sîraceddîn Heqqanî ye û Talîbanê posta wezîrê navxwe di hikûmeta nû de pê sipartîye, Girûpa Heqqanî di lîsta terora Amerîkayê de ye û Amerîkayê 5 milyon dolar weke xelata dana agahîyan li derbara wî dest nîşan kirbûn.

Hemwexta Sîraceddîn, Talîbanê 3 kesên din ji Girûpa Heqqanî di hikûmeta nû de kirine wezîr û navên wan wusane:

Xelîl Rehman ji bo wezîrê koçberiyê, Ebdulbaqî Heqqanî ji bo wezîrê xwendina bilind û Necîbulla Heqqanî ji bo wezîrê pêwendî û têknolojyayê.

Pustên heman beş