Îsraîl: Îran dironan ji bo Haşda Şabî dabîn dike

Îsraîl: Îran dironan ji bo Haşda Şabî dabîn dike

Wezîrê bergiryê yê Îsraîlê radigihîne, Komara Îslamî a Îranê balefirên diron ji bo Haşda Şabî û milîsên wê dabîn dike.

Îro roja yekşemî 12/9/2021an, Benny Gantz wezîrê bergiryê yê Îsraîlê di civîna Înistîtota Navneteweyî a dijî terorê ragihand, Îran ji bingeha Kaşan a li bakurê Esfehanê, çekdar û mîlîsên Îraqê li ser bi kar anîna balefirên diron perwerde dike.

Rojnameya Yedîot Ehrobot a Îsraîlê naveroka civîna Benny Gantz parvekirîye.

Wezîrê bergiryê yê Îsraîlê eşkere kir, Îran wan dironan çêdke û sipayê Pasdaran ji bo mîlîsên Îraqê û Yemenê dişîne.

Bînî Gantz tekez kir ku mîlîsên Haşda Şabî bi dehan dironên pêşketî yên Îranî hene û di êrîşên ser hêzên Amerîkayê de bi kar tîne.

Bînî Gantz li wê bawerê ye ku ew balefirên diron yên ku Îran çêdike û ji bo milîsên Şîe dişîne, di aliyê armanc girtinê de, tam deqîqin.

Pustên heman beş