Salih Muslim ji xew rabû

Salih Muslim ji xew rabû

Simko Ebdulezîz

Beşa: 1

Demek dirêj bû Salih Muslim ji sedema xwe teslîm kirina yeke ji endamên malbata wî bi destê mîta Tirkiyê di xeweke giran de bû, bi ti awa û li ser ti mijarekî nedipeyvî, jiberku tev nihênîyên Salih Muslim ji hêla vê endama malbata wî ve ji Mîta Tirkiyê re hatine îfşakirin.

Piştî vê bûyerê ji hêla xwe ve PKKê jî derzîya bêhişîyê li wî da, niha bandora wê derziyê li ser Salih Muslim nema û hêdî hêdî hişên wî tên serê wî û ji xew şiyar dibe, lê şiyarbûnek çewa? Salih Muslim xwe weke êtîm û sêwîyekî li nava bazarî de dît ku kes tuneye parîyek nan bi wî bide yan jî silavî wî bike.

Yek ji zeptûreptên Partiya Karkerên Kurdistanê eve ku dema kesekî di nava partiyê de bêy erk dike vê derziya hişberiyê li wî dide, piştî ku li qonaxa bêhişîyê derbas dibe û tê ser hişa xwe, pêwîst dike biçe û xwe pakij bike, xwe pakijkirin li cem PKKê eve ku biçe û bi Evdila Ocelan sûnd bixwe û bikeve bin lingên Ocalan û wan maçî bike û xwe heya asta bênirxbûnê rexne bike û Apo weke xwedawend bide naskirin û tekeziyê li ser kole bûna xwe bike.

Ji xwe yên PKKê ji nêz ve dişopînin vê yekê baş fêm dikin ku Apo bi ti awa ji kesê xweş nabe heya ku ew kes wî weke xwedê nas neke û tev biryarên wî bêy têfikirîn cîbicî bike. Salih Muslim jî vê yekê baş fêm dike û dizane.

Piştî bêhişîya bo dema çendîn meha, li roja Eynî 10/9/2021an, Salih Muslim ji rûpela “ANF” re axivîye û dîsa bi daxuyaniyên xwe kaniya gund şûlî kiriye û nirxandinên weke xwe bê nirx kirine.

Salih Muslim di vê daxuyaniya xwe de dîroka milletê kurd û qurbaniyên milletê kurd û şoreşên wê dike qurbana kala di lingê Apo de û dibêje:  gelê kurd li her derê be, bêy azadiya rêber Apo wek wê yekê ye ku ti tişt bi dest neanîbe û tev destketiyên Kurda heyî jî ên demkî ne.

Yekemcar ji hêla darêştinê de cumleya Salih Muslim pirr bi kêmasî ye û pir bi zehmete mirov bizanibe vî mexlûqî dixwest çi bibêje, lê jiberku ez vî mexlûqî ji nêz ve nas dikim û pirr şehrezayî kesatiya wî me, min pir bi hêsanî fêm kir ka ew dixwaze çi bibêje, ev mexlûq dixwaze bazarekî bi dewleta Tirkiyê re bike, jiberku pêş niha jî ew berpirsyarê bazarên bi Tirkiyê re bû. Li Enqereyê di nêvbera Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê de dixebtî, di nêvbera herdu aliyan de hin şîfre hene û ew her du alî wan şîfra baş fêm dikin.

Bi kurtasî nameya Salih Muslim ji Tirkiyê re ku weke şîfre bi vê daxuyaniyê jêre şandiye eve ku dibêje, li himber serbest berdana Apo, em amadene dev ji tev daxwazên xwe yên neteweî û niştimanî berdin û weke mirovên sade jiyan bikin.

Çima min ev şîfre bi vî awa deşîfre kir? Jiberku di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: yek kes heye ku dikare pirsgirêka kurdî çareser bike ew jî Evdila Ocelan e, jiberku bi tenê ew dikare milletê kurd razî bike.

Anku ew dixwaze di vê nameya xwe de vê peyamê ji Tirkiyê re bişîne: xwe bi danustandina bi Qendîlî re hîlak nekin û guh nedin Karaylan û Cemîl Bayik û hevalên wî, jiberku ti tişt bi destê wan nîne û ew bi tenê koleyên Ocalan in û nikarin ti tiştekî bikin, herin gireva îmraliyê û bi Apo re danûstandinan bikin jiberku ew dixwaze weke Tirkekî jiyan bike û pirr pûşmane û amadeye her tiştî ji boy we bike diyarî, rêber Apo însanekî pirr merde û pirr hez dike pêtir bijî û xizmeta dewletê bike.

Pustên heman beş