Salih Muslim ji xew rabû-2

Salih Muslim ji xew rabû-2
  • Simko Ebdulezîz

  • Beşa 2: Ew ware lê ne ew buhare

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de a bi ANFê re, Salih Muslim li ser du mijarên din peyivî, mijar jî gerîla û pêşmerge bûn.

Salih Muslim derbara gerîla de dibêje: gerîla li her çar perçeyên Kurdistanê jibo rizgar bûna Kurdistanê komî ser hev bûne.

Ev gotin heya radeyekî raste, lê ne li cem serkirdayetiya PKKê, belku li cem gerîlayan bi xwe, jiberku roja gerîla biryar dayî çek hilgire ji bû rizgar bûna Kurdistanê bû.

Navê rêxistina çekdarî ya PKKê li serdema şehîd “Mahsûm Qorqmaz” bi navê HRK (Hêza Rizgariya Kurdistanê) bû, jiber navê Rizgariya Kurdistanê bi hezaran keç û kurên kurd dest li jiyana xwe a sivîl berdan û çûn çiya û çekê parastina namûs û berxwedanê hilgirt û canê xwe kirine qurbanî Kurdistana dayik, van ciwanên kurd ne jiboy biratiya gelan belku jiboy azadkirina kurdan û xaka pîroza Kurdistanê, da ku di bin ala rengîn a Kurdistanê de jiyan bikin canê xwe feda kir.

Lê niha ev gerîla ji aliyê serkirdatiya PKKê hatine xapandin û em dikarin bibêjin, îxanet li van ciwanan hatiye kirin, bi ti awa îxanet li wan hate kirin?? Gerîlayên leheng hatbûn ku di bin seywana hêza rizgariya Kurdistanê de xebatê ji boy rizgariya Kurdistanê bikin û jiyana xwe û malbata xwe xiste di xetereyê de, bi hezaran malbatên kurd hene ku bi sedema tevlîbûna zarokên wan ji boy nava refên gerîlayan de derbeder bûne û li kolanên metropolên Tirkiyê weke êtîm û sêwîyan jiyan dikin, dema ku ew gerîla bikeve di destê dewleta Tirkiyê de yan wê were zindankirin, yan wê were bê serûşûn kirin, lê gerîla û malbatên wan bahwerî û omêd hebûn ku rojekî ji rojan wilatê wan serbixwe be û ew têde azad û serbest bijîn, loma ev biryara mezin daye, yanî bi kurtasî gerîla bi malbatên xwe ve leheng û berixwedêr û Kurdistanperwerin, lê serkirdayetiya PKKê îxanet li wan kiriye û wan ji boy teorî û xeyalên Ocalan û bi xwedê nasandina wî didin kuştin, serkirdayetiya PKKê ku tev fermanên xwe ji “Hûbel”ê li îmraliyê razayî distînin, niha canê ciwanê kurd fedayî “Biratiya Saxte ya Gelan” û “Azadiya Ocalan” dikin û her ku diçe jî gelê kurd pêtir weke kole û gelê tirk jî pêtir weke xwedîyê koleyan xweya dibin.

Li destpêkê navê rêxistina çekdarî ya PKKê anku hêzên gerîlayan HRK anku (Hêza Rizgariya Kurdistanê) bû, gelo niha navê vê hêzê bûye çi?

Li Bakur bi navê YPS ê anku (Yekîtiya Parastina Sivîl) hêzek çêkiriye.

Li Rojava bi navê YPG anku (Yekîneyên Parastina Gel) hêzek çêkiriye.

Li Başûr bi navê YBŞ (Yekîneyên Parastina Şingalê) hêzek çêkiriye.

Li dawyê jî tev hêzên xwe di bin navê HPG anku hêzên parastina gel de kom kirîne, lê belê bi qasî ku gel bi nexweşî, kuştin, derbederî û wendahiyan daye, ew qas gel neparastiye.

Li virr pirs eve: gelo navê Kurdistanê, navê Kurd û navê Kurdistana mezin li kuderê ye??!!

Anku dema mirov van li van nava mêze dike, mirov dizane ku navê Kurd û Kurdistanê li cem serkirdayetiya PKKê yasax bûye. Tirkiye ji kurdan re dibêje Tirkên çiyayî, jiberku naxwazin navê kurdan bi lêv bikin, serkirdatiya PKKê jî wilo dike, wan navê Kurdistanê di ferhenga xwe de der kiriye û wilatperwerî û bas kirin li dewlet bûna kurdan bi kevneperistî bi nav dike, belê, bi vî awa piştî teslîm bûna Ocalan û vegera wî ji boy Tirkiyê, guherîn di stratejîya PKKê de dirust bûye, tev guherîn jî bi tenê ji boy yek armanc bûye ew jî parastina Ocalan û zîndî kirina Mîsaqa Millî ya Tirkiyê. Bi vê yekê PKKe vegiriya ser rastiya damezrandina xwe ya li Enqereyê, û rastiya vê yekê ku ji hêla saziya îstixbarata Tirkiyê anku Mîtê ve ji boy tunekirina xeta netewî di nava kurdan de hatiye damezrandin.

Salih Muslim ez û tu baş dizanin ku destpêka damezrandina vê rêxistinê ji boy çi armanc bûye, dê mînakên haşa helnegir li bîra te înim.

Mînaka yekê: li destpêka salên heftêyan de, li zanîngeha Enqerê hin rêxistinên xwendkarên Kurd hatin Damezrandin, armanca wan xizmetkirina pirsgirêka kurdî bû, hemberî vê yekê hin xwendkarên tirk yên nejadperês bi Evdila Ocelan re hatin rêxistineke xwendkarên Tirk yên çeprew danî û armanca vê rêxistina çep a Tirkiyê ev bû ku dijatiya rêxistinên xwendkarên kurd bikin û karîn zirarên herî mezin li wan rêxistinên kurdî bidin û bi piştgirya îstixbarata dewleta Tirkiyê rêxistinên netewî yên kurdî yek li pey yek tasfiye kirin.

Mînaka duyemîn:

Tu baş fêm dikî li destpêka damezrandina rêxistina PKKê, kesê yekê (Kemal Pîr)ê bi nejad Tirk û bi fikir Markisî bû,

Li dema Kemal Pîr tê girtin, serdozger ji wî dipirse: gelo çima tu weke kesek Tirk û bi fikarên xwe çep, xebatê ji boy pirsgirêka Kurdî dikî??

Kes nezane, tu baş dizanî ku Kemal Pîr bi ti awa pirsa serdozgerê tirk berisvand, lê neçarim ez li bîra te bînim, Kemal Pîr dibêje, bi ti awa ez ji boy pirsgirêka Kurd naxebitim, min bahwerî bi netewî bûnê tuneye, lê min navçeyên Kurdistanê û kurd hilbijartine jiboy Armanca xwe ya sereke ku ew armanc jî mirov bûne, çewa mirov erdekî çandinîyê ê baş hildibijêre ji boy çandinîyê, wusa min jî cihê kurdan û kurd ji boy çandina hizrên xwe hilbijartin e.

Ya niha Evdila Ocelan jî dibêje her eve ya ku li destpêkê Kemal Pîr ji serdozgerê tirk re gotî. Bi wateyeke din, weke em kurd dibêjin, ew ware lê ne ew buhare .

Pustên heman beş