Kero nemir buhar tê…

Kero nemir buhar tê…

Z. Brîndar
Îro çapemenîya ku bi derfetên partîyên wek PDK û bi navê “Çapemenîya Azad“ li Başûrê Kurdistanê weşanê dikin, ji weşanên netewî dûr, ne di xizmeta berjewendîyên PDK û Başûrê Kurdistanê de ne. Ji PDK û berjewendîyên Başûr zêdetir bûne berdevkên partîyên wek PKK û PYD û ji pişt de xencerê li pişta xwedîyê xwe dixin.

Gelek caran di serkeftinê de meriv serxweş dibe û bi ser xwe ve diçe. Di vê serxweşbûnê de gelek tişt ji ber çav wenda dibin û meriv nabîne, yan jî naxwaze bibîne.

Avakirina welat yan dewletekê helbet ne hêsan e. Di pêvajoya avakirina welatekî de gelek zehmet, pirsgirêk û alozî derdikevin pêş. Ji ber ku di destpêkê de hîmên saxlem û stûnên tebût nayên danîn, zehmetî û pirsgirêk hîmên wî welatî yan bingeha wê dewletê dihejînin û hefsar ji destê meriv derdikeve. Siwarê ku hefsar sist bike yan hefsar ji destê wî derkeve, zû bi zû nikare serê hespê xwe bigre. Di encamê de yan ji hespê dikeve, yan jî hespê wî berê xwe dide rê û armancek din. Yanî, swarê ku ne hişt û piçekî dîktator be nikare serê hespê xwe bigre.

Di welatên paşdemayî de û bi taybet li Rojhilata Navîn, demokrasî wek berdana serê hefsarê hespê ye. Heta tu dewleta xwe li ser hîm û esasên saxlem û zexm nede rûniştandin, heta tu dem û dezgehên dewleta xwe li ser esas û bîr û bawerîyên netewî ava nekî, wê her tişt seqet û lenger bimeşe û wê hefsarê civatê ji destê te derkeve. Başûrê Kurdistanê îro di vê rewşê de ye. Ji ber ku di destpêkê de hîm û stûnên saxlem nehatine danîn û dem ûdezgehên ku dewletê li ser pîyan digrin nehatine sazkirin, rêveberî û dezgehên heyî jî nikarin kar û erkên xwe li gor zagonên dewletê birêve bibin. Ev yek jî rê dide ku partî, malbat, eşîr û hetta kesên serbixwe jî rêzê ji dezgehên heyî re negrin û ji bo têkbirina wan dezgehan her karê kirêt û xirab bikin.

Gava em dên û bala xwe didin rewşa her çar parçeyên Kurdistanê, dibînin ku em Kurd ji qalibên malbatî, eşîrtî û partîtîyê derneketine der, hizra netewî û netewparêzîyê di mejî û giyanê me de nemeyaye, nestewiyaye û ji ber vê jî em nebûne millet. Her çiqasî em xwe wek millet bibînin û pesnê xwe bidin jî, bi kiryar, hest, fikir û hizra xwe em ji şert û krîterên milletbûnê dûr in. Hem parçebûna welatê me em ji krîterên milletbûnê dûr xistine, hem çand û zimanê me. Di encama tunebûna van krîteran de bêguman di siyasetê de jî krîterên milletbûn û netewperwerîyê em ji hev dûr xistine. Tunebûn yan jî kêmbûna krîterên milletbûn û netewbûnê, bandorek neyînî li hest û hizra me û herweha li siyaseta me jî dike. Ji ber tunebûn yan jî kêmbûna krîterên milletbûn û netewbûnê, em di kar û barên xwe yên partîtî, malbatî, eşîrtî û rêxistinî de jî biser nakevin û her tiştê me nîvco dimeşe. Di siyasetê de jî wilo ye, di rêvebirina dem û dezgehan de jî.

Di encama tekoşînek dûvdirêj û bedêlek pir giran de parçeyek welatê me nîvazad bû û Başûrê Kurdistanê bû federasyon. Bi pêldana ala rengîn, bi hikûmeta xwe, bi dem û dezgehên xwe, bi pêşmerge û hêzên ewlekarîya xwe, baş yan xirab wek nîv dewletekê bi rê ve diçe. Xwedîlêderketin û paraztina parçeyekî azad bêguman erk û wezîfeya her Kurdê welatperwer e. Ev tiştekî din e. Ji vê zêdetir, xwedîlêderketin û paraztina wî parçeyê azad ji herkesî zêdetir erk û wezîfeya partî û dezgehên wî parçeyî ne. Erk û wezîfeya hêzên wî parçeyî ne. Ev jî bêguman bi artêşek yekgirtî, netewî û xurt û bi perwerdeyek netewî û netewperestî pêk tê. Heger artêş û dezgeh ji bin bandora partîyan dernekevin û wek beşek ji partîyan bixebitin, ne karin erkên xwe bi cîh bînin, ne jî karin dewletek saxlem ava bikin. Çapemenî jî wilo ye. Çapemenîya ku ne di xizmeta berjewendîyên millet û dewleta xwe de be, wê nikaribe faydeyê bigihîne milletê Kurd. Çapemenîya ku bi hizr û hestên netewî weşanê neke û xwedî li berjewendîyên Kurdistanê dernekeve, wê ji xêrê zêdetir ziyanê bide rêveberî, dezgeh û destkeftîyên heyî.

Îro çapemenîya ku bi pare û derfetên partîyên wek PDK û bi navê “ Çapemenîya Azad “ li Başûrê Kurdistanê weşanê dikin, ji weşanên netewî dûr, ne di xizmeta berjewendîyên PDK û Başûrê Kurdistanê de ne. Ji PDK û berjewendîyên Başûr zêdetir bûne berdevkên partîyên wek PKK û PYD û ji pişt de xencerê li pişta xwedîyê xwe dixin. Ev yek jî bêguman encama „ demokrasî “ û „ azadîya “ bê ser û ber e.

Encamek din a “ demokrasî û azadîya bê ser û ber “ jî hebûn û rewşa PKK bi xwe ye.

Li tu welatekî dinyayê azadî û demokrasîyek bê sînor tuneye. Azadî û demokrasîya bê sînor bi xwe re alozî û anarşîzmê jî tîne. Di dewletek serbixwe de helbet dive azadî û demokrasî hebe. Lê di rewşa îro de azadî û demokrasîya bê sînor ji bo Başûrê Kurdistanê xeter e, wek berdana hefsarê hespê ye. Heke ji roja roj de hinek xal û sînorên tund hatibana danîn û hefsarê hespê zêde nehatiba sistkirin, belkî îro PKK jî û çapemenîya ku ji PDK zêdetir berdevkîya PKK dikin jî sînor derbas nedikirin.

Gotinek heye dibêjin; „ Kero nemir buhar tê, pîrê nemir giya û pincar tê “.

Meriv ji nîvê rê jî vegere û kêmasîyên xwe temam bike baş e. Heke PDK û Barzanî bi navê azadî û demokrasîyê dengê xwe nekin û li benda buharê bimînin, wê ew destkeftîyên heyî jî yeko yeko ji dest derkevin wesselam.

Pustên heman beş