Urmiyê: rejîma Îranê girtiyê siyasîyê kurd bi îşkenceyê qetil kir

Urmiyê: rejîma Îranê girtiyê siyasîyê kurd bi îşkenceyê qetil kir

Derket holê ku çalakvanê siyasî yê kurd Yasir Mengûrî, ku du meh berê li Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatbû binçavkirin, bi îşkenceyê hat kuştin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw, çalakvanê siyasî yê kurd Yasir Mengurî, ku du meh berê ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatbû binçavkirin, di dema lêpirsîna li qereqola polîsan de di encama îşkenceyên giran de mir.

Hat ragihandin ku cenazeyê Yasir Mengurî radestî malbata wî nehatiye kirin, lê malbatê îro sersaxî qebûl kir.

Xizmekî Yasir Mengurî dibêje ku “di 8ê Îlonê de, fermandariya saziya îstixbaratî ya îtîlaata Urmiyê malbata Yasir Mengur bi telefonî haydar kirine ku kurê wan miriye.”

Xizmê çalakvanê siyasî, ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ji malbatê re got ku Yasir Mengurî di dema lêprisînê de piştî eşkenceyê miriye.

Yasir Mengurî, ku di 26ê hezîrana 2021an de ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve dema ji mala xweya li Pîranşarê derketî hat girtin û ji bo yek ji girtîgehên ser bi vê saziyê ve hat birin.

Yasir Mengurî, bavê du zarokan e, ji roja ku du meh berê hatbû binçavkirin destûr nehatiye dayîn ku bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtnê bike.

Li gorî rapora Hengawa 2017-2021, 23 kurd di encama îşkenceya li girtîgehên hêzên ewlekariya Îranê de mirine. 15 ji wan kesên ku di eşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane çalakvanên siyasî ne.

Pustên heman beş