Xendekên di nêvbera Başûr û Rojava û dîwarê betonî yê di nêvbera Bakur û Rojhilat de

Xendekên di nêvbera Başûr û Rojava û dîwarê betonî yê di nêvbera Bakur û Rojhilat de

Memet Mêrdînî

Li sala 2014an, paş ku DAIŞ li Sûriyê pir bi hêz bûyî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji boy parastina başûr ji êrîşên terorîstên DAIŞê hin xendek di nêvbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de kolan, lê her di zû de ev karê Hikûmeta Kurdistanê ji hêla dujmin û neyarên Kurdistanê yên navxweyî û derve weke rewatîdan bi dabeşkirina Kurdistanê, rewatîdan bi peymana “Sykes Picot” û îxaneta li gelê kurd hat pênase kirin. PKKê tev nivîskar û çalakvan û alîgirên xwe li dijî vê yek seferber kirin, bi tev awayan li dijî kolandina xendekan seknî û ragihand, “PDKe îxanetê dike”, “PDKe sînoran di nêvbera parçeyên Kurdistanê de dirust dike”, “PDKe bi fermana dewletên kolonyalîst vê yekê dike” û …..hwd. Yanî PKKê weke karê xwe yên hertim armanca sereke ya kolandina van xendekan li bîra gel bir û wusa bi wan da zanîn ku ev kareke xerab û îxanete.

Ya rast Hikûmeta Herêmê 3 armanc ji kolandina xendekan hebû, yek ji wan rêgirî kirin ji hatina rojane ya Ereban ji bo nava herêma kurdistanê. Du, rêgirîkirin li karê qaçaxçîtiyê. Sê, xwe hazir kirin ji boy her êrîşeka ji hêla terorîstên DAIŞê yan dijminek din ji wî alî ve bê encam dayîn.

Dema ku ev xendek dihatin kolandin, yekemcar PKKê di çapemeniya xwe de ev kar bi karekî dijminatî û îxanet bi nav kir, piştre tev alîgir û endamên xwe seferberkirin ku di sosyal medyayê de li dijî PDKê nivîsan binvîsin, tevî ku dizanî ev karek başe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji boy parastina başûr dike, lê belê PKKê careke din di bin navê dijatiya PDKê de dijatiya xwe ji boy karên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand. Di çapemeniyê de bi sedan gotar ji hêla qelemşorên PKKê ve hatin nivîsandin, di telefizyonên PKKê de jî bi dehan rapor û şiroveyên bê bingeh û dûr ji rastiyê hatin çêkirin, gelê Rojava li dijî hikûmeta Herêmê û hêzên pêşmerge handan, ti bê rumetîyek nema ku PKKê derheqa hikûmeta başûr de nekirî.

Berevajî vê yekê niha Tirkiye ji aliyekê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê û ji aliyek din di nêvbera bakur û Rojhilatê Kurdistanê de dîwarên betonî ava dike, bêy ku ti xetereyek li ser Tirkiyê hebe, bêy ku xetereya êrîşa DAIŞê li ser Tirkiyê hebe, lê PKKe her weke di guhê Ga de razabe, her weke ti tiştekî nabîne û kore ye, lall bûye û bi ti awa li dijî wan dîwaran ne tiştekî dinvîse û ne jî alîgirekî xwe dişîne wan cîyan daku Tirkiyê ji çêkirina dîwaran û “Dirustkirina sînorên destkird” di nêvbera parçeyên kurdistanê de asteng bike. PKKe bi ti awa giringîyê bi vê yekê nade û li dijî nasekine, bi ya PKKê Tirkiye karekî qenc dike, ger PKKe jî li dij raweste evê bibe sedemek ku “Biratiya Gelan” têk biçe! Lê ji boy başûr?!! PKKê tev pîr û kal û zarokên Kurd yên nîştecîyên ser sînorê di nêvbera rojava û başûr anîn ser sînor û asteng ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dirust kirin, PKKê bi handana pîr û kal û zarokan xwest bi atîfeya gel re bilîze û li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan bikar bîne. Pîr û kalên ku bi derewên PKKê hatbûn xapandin xwest bi destan û merbêlan Xendekên ku bi amûrên mezin ên kolandinê hatbûn kolandin tijî bikin!

Em li vir hin pirsan ji PKKê dikin, gelo çima li dijî Hikûmeta Başûr bi vî awa tevdigerin lê li dijî Hikûmeta Tirkiyê hûn bi deng û lalln?! Çima hûn boriyên petrola Hikûmeta Herêmê ku li nêzî boriyên Tirkiyê ne di teqînin, lê boriyên Tirkiyê nateqînin?! Çima hûn li dijî Hikûmeta Herêmê dinivîsin, tevdigerin, gel handidin lê li dijî Tirkiyê hûn bêdeng in?! Gelo ger hûn jî çêkiriyên Tirkiyê nebin û di xizmeta Mîsaqa millî ya Tirkiyê û dewleta kûr ya Tirkiyê de nebin çima hûn li himber Xendekên di nêvbera Rojava û Bakur de, dîwarên betonî yên di nêvbera Bakur û Rojhilat de ku bi destê dewleta kolonyalîst a Tirkiyê tên çêkirin bê deng in?!

Pustên heman beş