Kujerê Rayedarê PKKê li Silêmaniyê hat girtin

Kujerê Rayedarê PKKê li Silêmaniyê hat girtin

Roja 17ê vê mehê berpirsekî PKKê li Silêmaniyê hat kuştin, rêveberê asayîşa parêzgeha Silêmaniyê jî ragihand ku bikuj hat girtin radestî dadgehê hat kirin.

Jûra operasyonên hevbeş ên parêzgeha Silêmaniyê di daxuyaniya xwe de dibêje, “li ser raspardeya birêz Qubad Talebanî Cêgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, jûreka hevbeş ji saziya Asayîşa Herêmê û Ajansa Parastin û Zanyarî/Zanyarî, Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Silêmaniyê, Rêveberiya Giştî ya dije Terorê û Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê, bi merema lekolîn kirin û geran li pey tawanbarê du bûyerên du roj berê pêk hat”.

 Herweha ragihand, piştî lekolînên berdewam, di dema kêmtir ji 24 saetan de plan hat eşkere kirin û sûçbarê sereke yê van kara:

-Yekem, roja 16ê Îlonê pêk hat û têde kesek birîndar bû.

-Duyemîn, roja 17ê Îlonê pêk hat û têde kesek hat terorkirin. Hat girtin.

Tevî vê yekê ku hat ragihandin berpirsê sereke yê kuştina Rayedarê PKKê li Silêmaniyê hat girtin, lê belê, di daxuyaniyê de bi ti awa bas li nav û pênasa bikuj nehat kirin. Hat ragihandin ku zanyariyên pêtir wê bên parvekirin.

Pustên heman beş