Salih Muslim ji xew rabû

Salih Muslim ji xew rabû
  • Simko Ebdulezîz

Beşa: 3

Salih Muslim di dewama daxweyanîya xwe de ku ji boy ajansa ANF ê li roja 10/9 2021ê daye, dibêje: “Hinek kesan di nava PDKê de xwe teslîm kirine, yan xwe firotine Tirkiyê, yên ku çûne herêmên Gerîlayan ne Pêşmergene, ew hêzên taybet ên PDKê ne, weke Hêza Gulan û Zêrevanî, her wiha dibêje: Em amadene navbeynkariyê bikin”.

Kêşa herî mezin a vî mexloqî eve ku ew rastiyê dizane lê cesaret nake, yan naxwaze rastiyê bibêje, ji ber ku ew baş dizane ger rastiyê bibêje, ew jî wê bi derdê herdu kadiroyên dêrîn ên rêxistina PKKê “Îrfan Guler, Seît Oçlu” biçe, ew kadiroyên ku weke karakterên sereke û damezrêner di nava rêxistinê de di hatin hesab kirin û rêxistinê ew bê tu egerekê teror kirine.

Salihk ê Muslimî hûn baş dizanin ku Partîya Demokrata Kurdistanê, xwedî dîspilînek pûlayî ye û tu kesê partiyê nikare ji dervey wê dîspilînê bixebite, ji ber ku wê partiyê yêk serok heye û sitratejîya wê partiyê ji hêla serkirdayetîya wê li jêr rûnahîya bernameya partiyê ya ku di kongirey de hatîye pejirandin tê darêştin û heya ku serokê wê partiyê wê sitratejyê nepejirîne, na keve di qada cî bi cî kirinê de.

Her wiha taktîka bi cî kirina wê sitratejyê ji hêla serkirdayetîya wê partiyê tê darêştin û heya ku polîbîroya partiyê û serok nepejirîne, nakeve di qada cî bi cî kirinê de, ev yêk jî sedeme ku her kesê xwedî biryar li nava partiyê û li her dera desthilatê be, eynî sitratejî û taktîkî bi kar tîne, wate di PDKê de baskên cuda tune ne, ew partîya we ye ku her yêk li gorî berjewendîya xwe a kesî daxweyaniyê dide û di xebte, ew Partîya Karkerane ku bûne baskên cuda, baştirîn mînak li ser vê axaftina me eve û bila xwendevanê bi rûmet hakim be:

Mînak: Tu û Mazlûm û Aldar kadiroyên rêveberîya yêk rêxistinê ne, lê belê di dema yêk meh de we daxuyaniyên hevdijî hev bi rêjeya 180 pileyan dane.

Ger PDKê biryar hebe we ji nav bibe, yan xeteriyê li ser Gerîlayan çêbike, pêwîst nake xwe bifroşe welatek din heya ku bikar vê encam bide, ji xwe hûn baş dizanin PDKê ew qas hêza siyasî, leşkirî û abûrî heye ku dikare di yêk hefte de Gerîlayan vegerînin çiyayê Sîpanê, lê belê serokê PDKê biryar daye ku “Ser êşîya we ji boy Başûr” çêkirî bêy xwîn rêştina Kurdan bi destê hev were çareser kirin.

Hewe ew Gerîla yê pîroz li cem gelê Başûr kirine hov û dirinde, rojek wê were Gerîla wê hewe tif baran bikin û ji were bibêjin: Em ji bona rizgar kirina xaka Kurdistanê hatbûn, ne ji bona qetil kirin û teror kirina gelê Kurdistanê, ne ji bona wê ku xaka take perçeya azad a welat bidin destê dagîrkeran.

Kitka çavniq

Salihkê Muslimî hûn baş dizanin “Pêşmergê zêrevanî û hêza Gulan” û hemû hêzên din yên Pêşmergehan, hêzîn yasayî ne û li jêr seywana wezareta Pêşmerge tev digerin, Salihkê Muslimî hûn baş dizanin ku Pêşmergehê Zêrevanî û Gulan kîne? Lê belê tu mîna “kitka çavinqî” rastî jî wusaye, ji ber ku eve ew hîze yaku artêşa Îraqê têkbirî, terora DAIŞ ê bin ax kirî, sînorek ji bo Heşda Şabî danî û Kobanê rizgar kirî.

Pustên heman beş