Medya fermî ya rejîma Sûriyê bi zarê jêderekî Wezareta Derve û Koçberan a Sûriyê ragihand, li gor destûr û yasayên Sûriyê, mafê welatê wan heye bersivê bide kiryarên dijminane yên Tirkiyê daku sînorekê ji wan re deyne.
Jêderê hikûmeta Sûriyê bi daxuyaniyekê gotiye: “Li gor perensîbên yasaya navdewletî yên pêwendîdar, Sûriye hemû berpirsiyariyên yasayî, siyasî û darayî dixe ser milê dewleta Tirkiyê.”
Di berdewam daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Sûriye kiryarên Tirkiyê yên dijminane li ser xaka xwe, wekî kiryarke êrîşkar û binpêkirina serwerî û serxwebûna welatê xwe dibîne, ev kiryar jî beşek e ji siyasetên êrîşkar ên Tirkiyê yên zêdetir ji deh salan ve dike.”
Jêderê fermî yê ji Wezareta Derve û Koçberan daye xuyakirin, Sûriye bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Asayişa Navdewletî dike ku li hember kiryarên dijminane yên Tirkiyê helwesteke zelal û eşkere bigirin.