Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî îro dest bi danûstandinan dike

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, îro bi beşdariya serkirdeyên cîhanê, dest bi danûstandinên astbilind li baregeha sereke ya Netewên Yekbûyî, li bajarê New York ê Amerîkayê, dike, ku heta dema heftiyekê berdewam dibin.

Pênc tewereyên sereke yên 76emîn civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, bi bidawîanîna şewba Koronayê, ji nû ve bihêzkirina aboriya cîhanê, rûbirûbûna guherîna keşûhewayê, parastina mafên mirovan û bihêzkirina Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, ne.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres diyar kir: “Cîhana me rûbirûyî astengiyan dibe, ku berê ticarê weke wan nebûye. Ji guherîna keşûhewayê bigire heta digihêje milmilaniyan û pandemiya Koronayê, ku ew tişt armancên geşepêdana berdewam bêhtir ji me dûr dixin. Hêsan e em hêviyê jidest bidin. Lê em ne bê hêvî ne, û ne jî bê çare ne. Rêyeke me ji bo rabûna li ser pêyan heye, eger em bixwazin hilbijêrin.”

Netewên Yekbûyî hewl dide, bi rêya vê civînê, serkirdeyên cîhanê bigihîne xaleke hevbeş ji bo bidawîanînê bi Petaya Koronayê û avedankirina aboriya cîhanê bi awayekî ku hevala jîngehê be û nebe sedema leza guherîna keşûhewayê.

Pustên heman beş