Talîbanê nûnerê xwe yê li NYê diyar kir

Talîbanê nûnerê xwe yê li NYê diyar kir

Tevgera Talîbanê nûnerê welatê xwe yê li Netewên Yekbûyî (NY) diyar û Amerîka û Brîtanya jî li ser nasîna hikûmeta Talîbanê rêkeftin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson di civîneke li Washingtonê de li ser nasîna hikûmeta ku Talîban ragehîne rêkeftin, ku bi mercê hemaheng be.

Berdevkê ofîsa Boris Johnson jî di beyanameyekî de ragehand: ‘’Biden û Johnson diyar kirine ku bikaranîna hemû rê û amûrên dîplomasî û mirovî ji bo rêgirtina li bûyerên karesata mirovî li Afganîstanê giring e.

Berdevkê sekretere giştî yê NYê Antonio Gutarres, Ferhan Heq jî ragehand: Talîbanê berdevkê polîtburo (mekteba siyasî) ya Tevgera Talîbanê Mihemed Suhêl Şahîn wek nûnerê Afganîstanê li NYê diyar kiriye.

Ferhan Heq jî aşkera kir, hikûmeta Talîbanê bi fermî sekretere giştî yê NYê Antonio Guterres agahdar kiriye ku Mihemed Suhêl Şahîn wek balyoz ango nûnerê Afganîstanê li NYê hatiye destnîşan kirin.

Berdevkê polîtburoya Talîbanê Mihemed Suhêl Şahîn li Doha ya paytexta Qeterê di danûstanên Amerîka û Talîbanê de xwedî rolekî serekî bû.

Pustên heman beş