Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê: Divê Tirkiye hêzên xwe demildest ji Sûriyê vekişîne

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê: Divê Tirkiye hêzên xwe demildest ji Sûriyê vekişîne

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad diyar dike, welatê wî bang li Tirkiyê dike ku demildest hêzên xwe ji nav axa parêzgehên bakurê Sûriyê vekişîne.

Di hevpeyvînekê bi ajansa “Novosti” ya Rûsî re, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad da zanîn: “Divê Tirkiye hêzên xwe demildest vekişîne. Divê civaka navdewletî jî piştevaniya Sûriyê bike, ji bo axa xwe ya li bakurê welat hatiye dagîrkirin rizgar bike.”

Miqdad eşkere kir, sedema sereke ya aloziya vê dawiyê li parêzgeha Idlibê, “dagîrkeriya Tirkiyê û piştevanîkirina wê ji komên terorîst re ye.”

Ji bilî hebûna hêzên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve di meha Çileya 2018an de êrîşî ser herêma Efrînê kir û di Cotmeha 2019an de jî êrîşî ser herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê kirin û dagîr kirine.

Ev yek di demekê de ye, Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen di Tebaxa borî de diyar kir, rewşa ewlehiyê têk çûye û şerê çekdarî li hin deverên Sûriyê, bi taybet li parêzgeha Idlibê gur bûye.

Pustên heman beş