Birêvebrê kompanîya Moderna: Korona dê di nav salekê de bi qede
Birêvebrê kompanîya Modêrna radgihîne ku vîrosa Korona li gel zêdebûna berhemanîna vaksînê, wê di nava salekê de bi qede.
Stîvan Bansl ji rojnameya “Neue Zürcher Zeitung” a Siwîsre yê re got: Di dema 6 mehên dawîn de, berhemanîna vaksînê zêde çalak bûye, wate heya naverasta sala 2022an, vaksîn wê bi qasî nifûsa cîhanê berdest hebe.
Birêvebrê kompanîya Modêrna tekez kir ku yên ku vaksînê nestînin bi xeterî tên hesab kirin, ji ber ku ewê rewşê aloz bikin û got: Ez ji wan re dibêjim, biryar ya weye, yan hûnê vaksînê stînin û zivistanek xweş derbas bikin, yan hûnê nakin û xetereya we heye ku hûn nexweş bibin.
Di bersva pirsek de gelo ev tê vê wateyê ku di nîvê duyemîn a sala pêş de vegere rewşa normal, wî got, “ji îro pê de, ez texmîn dikim ku ewê di nav salekê de be.