Rûreşin…!

ENKSê li serîde Qamîşlo û seranserê rojavayê Kurdistanê xwepêşandan pêkanîn. Xwepêşandan gelekî aşitiyane bûn û bi awayek sivîl daxwaziyên civakî , bi metodek demokratik daxwaz kirin.

Şîarên xwepêşenderan ev bûn:

Na ji bo girtinê, azadî ji bo girtiyan..

Na ji bo bilindkirina nirxê sotemeniyê..

Na ji bo sepandina bacan li ser welatiyan..

Na ji bo bilindkirina nirxê nên..

Xwepêşandan bi awayek aşitiyane ev daxwazî kirin û tiştek ku ne rêde nekirin. Lê beşek çekdarên PKKê ku li rojavayê Kurdistanê rojane xelkê terorize dikin cardin bi awayek hovane êrîşê xwepêşandana kirin û ala Kurdistanê dirandin û ji destê xwepêşenderan derxistin avêtin erdê.

Gruba çekdar li rojavayê Kurdistanê wek gurubek terorist tevdigere û desthilata xweser nikarê li himber wan tu helwestekî bide nişandan. Ev gurub raste rast Qendil ve girêdayîne û rojane civatê û aliyên siyasî û hevalbendên wan terorize dikin û her xirabiya ji derveyê ehlaqê mirovatî li himber hemwelatiya dikin.

Gelek cara dema kurd li beşek din a Kurdistanê de xwepêşandana dikin, hêzên asayîşa welatên dagirker êrîşê xwepêşandana dikin. Aliyên siyasî demildest wan rexne dikin û helwesta wan şermezar dikin. Tişta li rojavayê Kurdistanê tê kirin li derê hemû normen mirovatiyêne terorek vekiriye li himber hemwelatiyane û yên vê dikin ji ya ji hêzên dagirkera gelekî xirabtir e.

Ev çekdarên tarî ku Qendil ve girêdayîne pêşeroja rojavayê Kurdistanê tarî dikin. Bila kesên ku hevalbendiya PKKê dikin li rojavayê Kurdistanê dilê xwe xweş nekin. Dê sibehî teror berê xwe bi dê wan jî û serê xweyê xwe bûxwê.

Ew dezgehên ku carcarê ji bo pişgiriya rojavayê Kurdistanê ji bo pişgiriya desthilata xweser derdikevin qada gerek bikaribin vê helwest û kiryara kirêt li himber xwepêşanderan jî şermezar bikin. Ev yek pêwistiyek ehlaqî siyasî ye. Eger vê yekê nekin tu cudahiyek di navbera wan û gurubên çekdarên terorist de tuneye.

Xiyanet li himber neteweyekî ew ku ; tu bikaribî xwîna hemwelatiyekî,niştiman perwerekî birjînî ser Ala Kurdistanê.

Ev gurubên rê li yekrêziya kurdên rojavayê Kurdistanê digrin û dijminatiya hemû nirxên niştimanî û welatperweriyê dikin.

Her aliyek rêz li Ala Pîroz a Kurdistanê digre gerek bi dengek bilin van bûyera û berpirsên wan rûreş bike. Girtina xelkekî niştimanperwer li rojavayê Kurdistanê şermiya herî mezin ya hemû dam û dezgehên desthilata xweser e. Bila kesek xwe nexapîne, îrada desthilata xweser li Qendil e.

Qendil serkaniya terorezîkirina xelkê rojavayê Kurdistanê ye. Ew alî û kesayetên îro li rojavayê Kurdistanê siyaseta Qendil rêve dibin yan jî dibin palpişt ji vê siyaseta qirêj re li dijê hemû nirxên netewî tevdigerin, dê pêşerojê de li himber neteweyê Kurd berpirsbin ji ber ku ew tawanek netewî dikin.

Pustên heman beş