Amerîkayê hişyariyeke tund da Tirkiyê

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku eger Tirkiye ji Rûsyayê S-400an bikire dê bê cezakirin.

Di mijara sîstema berevaniya esmanî ya S-400an de ku Tirkiyê ji Rûsyayê kiriye, aloziya navbera Amerîka û Tirkiyê berdewam e. Tirkiye pêdagir e ku sîstemên nû yên S-400 bikire û Amerîka jî dibêje, eger Tirkiye S-400an bikire dê cezayên nû li ser ferz bike.

Yek ji berdevkên Wezareta Derve ya Amerîkayê, berî serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Rûsyayê, ji Reutersê re axivî û derbarê kirîna çekên Rûsî de hişyariyeke tund da Tirkiyê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got, “Eger Tirkiye ji Rûsyayê çekan bikire, ji bilî cezayên CAATSA ku di Kanûna 2020an de ketibûn warê cîbicîkirinê dê cezayên nû li ser Tirkiyê bên ferzkirin. Em hişyariyê didin Tirkiyê ku S-400an ji destê xwe derxîne û sîstemeke nû ya çekên Rûsî nekire”.

Biryar e Erdogan, 29ê Îlonê serdana Rûsyayê bike û li bajarê Soçiyê ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bicive. Di hevdîtinan de wê mijara Idlibê û têkiliyên du alî bên gotûbêjkirin.

Pustên heman beş