Sana: Hêzên Amerîkî 50 wesayît derbasî Hesekê kirin

usa-army-hasaka-al-walid (2)

Hêzên Amerîkî karwanekê barhilgir û alavên leşkerî û locistî ku ji Îraqê dihatin, bi rêya deriyê El-Welîd derbasî herêma Cizîrê kirin.

Ajansa SANA ya nûçeyan ragihand, li şeva derbasbûyî hêzên Amerîkî 50 wesayît ku ji kamyon, tanker û wesayîtên zirexê pêk dihatin, ji Îraqê bi rêya derîyê El Welîd derbasî herêma Cizîrê û gundewarê Hesekê kirin.

Dest nîşan kir, Amerîkayê ji bo pişitgrîya bingehên xwe yên leşkerî li herêma Cezîrê ev wesayît derbasî Hesekê kirine.

Di mehên borî da, hêzên Amerîkî bi hezaran kamyonên ku bi çek, alavên leşkerî û lojîstîkî barkirî bûn anîne Hesekê da ku baregehên xwe yên leşkerî li Sûriyê xurt bikin.

Pustên heman beş