Piştî gotinên Erdogan, Amerîkayê ji bo cezayên nû hişyarî da Tirkiyê

Piştî gotinên Erdogan, Amerîkayê ji bo cezayên nû hişyarî da Tirkiyê

Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîneke ligel kanala CBS de derbarê berdewamkirina kirîna sîstemên parastina asmanî S-400ên rûsî de daxuyanî da, ji berpirsên amerîkî hişyareke din a dorpêçan bo Tirkiyê hat dayîn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser niyeta Erdogan a kirîna beşeke din a S-400an ji Rûsyayê hişyariya cezayên nû da û got: “Em ji Tirkiyê re zelal dibêjin, kirîna çekên nû yên Rûsya dê bihêle ku cezayên CAATSA (qanûna têkoşîna li dijî dijberên Amerîkayê ya 2017an) bêne sepandin.”

Herwiha wî berpirsê amerîkî bang li Tirkiyê kir ku moşekên S-400 li cem xwe nehêle û pêdiviyên leşkerî yên din ji Rûsyayê nekire.

Pustên heman beş