Binkeyên Heşdî Şeibî yên li Sûriyê hatin bombebaran kirin

Binkeyên Heşdî Şeibî yên li Sûriyê hatin bombebaran kirin

Hejmarek balefirên nenas binkeyên milîsên Heşdî Şeibî yên li parêzgeha Dêrezor a li rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya mafên Mirovan di beyanameyekî de ragehand; Îro 28.09.2021ê ber bi sibehê ve dengê çend teqînan li ser sînorê navbera Iraqê û Sûriyê nêzîk bajarê Elbukemal a ser bi parêzgeha Dêrezor a Sûriyê hatiye bihîstin.

Rewangeha Sûrî ragehand: Teqîn ji ber bombebaranên balefirên nenas pêkhatine.

Herwaha kanala Sky News bi zimanê çavkaniyên leşkerî û sivîl belav kirin ku ‘’Hejmarek balefirên nenas binke û baregehên milîsên ser bi Îranê yên li başûrê bajarokê Meyadîn a ser bi çemê Firatê bombebaran kirine.

Li gor wê kanalê ragehandiye, ew milîsên ku bûne armanca êrîşê beşek ji wan pêktên ji milîsên Heşdî Şeibî û heta naha ziyanên canî yên wê bombebaranê nehatine zanîn.

Pustên heman beş