Li Beravên Îspanya 277 Koçber Têne Rizgar Kirin

Li Beravên Îspanya 277 Koçber Têne Rizgar Kirin

Li beravên Îspanya û giravên Balearîk di 24 demjmêrên rabûr de, 277 koçber hatine rizgar kirin, daykeke ducanî û 5 zarokên wê jî di nav wan koçberan de ne.

Li gorî rêxistina Xaça Sor a navnetewî, duh roja sêşemê 28/9/2021 ê, hejmara 277 koçberan li beravê Îspanya hatine rizgar kirin, jineke ducanî û 5 zarokên wê jî di nava wan koçberan de bûn.

Rêxistinê da zanîn ku piranîya koçberan ji Cezayîrê bûn, lê di keştîyekê de 23 penaberên ji Sûryê jî hebûn.

Piranî ya koçberan ji keştiyên li avên nêzîkê Balearîkan û 91 kes jî li beravên Alicante ya li başûrê rojhilatê Îspanya hatine rizgarkirin.

Rêxistna xaça sor li derbara jina ducan diyar kir ku jina ku bi 8 mehan ducanî bû, bo nexweşxanê hatîye rakirinê ji bo ku were derman kirin.

Pustên heman beş