Bayik dixwaze nakokiyên di nava YNK de kûr bike

باییک دخوازیت ناکۆکیێن د ناڤا یەنەکێ دا کوور بکەت

Loqman Hesen Ertaş

Iraq ber bi hilbijartineke pêşwext diçe û roj bi roj germahiya bangeşeya hilbijartinê li kuçe û kolanên Iraqê û Herêma Kurdistanê jî tê dîtin. Di hilbijartina sala 2018an de PDKê 25 parlementer bi dest xistin û li ser asta Herêma Kurdistanê bû yekem û di Parlementoya Iraqê de bû xwedî roleke gelekî girîng. Wisa diyar e, wê PDK dîsan div ê hilbijartinê de li seranserî Herêma Kurdistanê bibe hizba yekem û zortirîn dengan bi dest bixe.

Herçend kirêgirtiyên welatên dagirker li nava Kurdistanê xwestin di sala 2019-2020 û di destpêka sala 2021ê de aramiya Kurdistanê têk bidin lêbelê ew xeyalên wan nehatine cî. Heçend Heşdî Şabî û hevkarên wê xwestin tirsê bixin nava xelkê û êrîşên bi balafirên bêfirokevan pêk anîn ew jî bêencam bûn.

Me, hemûyan dît hikûmeta nehem a Mesrûr Barzanî ji roja dest bi kar bûye hewl dide dawî li gendeliyê bîne û yasayên çaksaziyê derdixe. Yasayên çaksaziyê, yekxistina hêzên Pêşmerge, hewlên bi dawîkirina gendeliyê, rêkeftina ligel Bexdayê di warê vegera Pêşmerge ji bo Kerkûk û Xurmatû û Xaneqînê û ji hemûyan jî girîngtir dîlomasiya Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê nîşaneyên wê yekê ne ku PDK garantiya aramîyê ye li Herêma Kurdistanê û ew dikarin siberoja kurdan biparêzin, xizmetguzariyê ji xelkê kurd re bikin.

Li aliyê din Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji bo hilbijartina pêşwext a Iraqê banga alîkariyê û piştevaniyê li YNKê kir. Cemîl Bayik û PKK ku rojane dibin sedama bordûmana gundên Herêma Kurdistanê, rojane êrîşî Pêşmergeyan dikin û dibin sedema wêranbûna gund û malên xelkê bi wê daxuyaniyê ne fêde wêzirareke mezin bidin YNKê.

Cemîl Bayik bi wê daxuyaniyê dixwaze nakokiyên nava YNKê kûrtir bike û YNKê bike armancên Tirkiyê da ku Tirkiye rojane herêma Silêmaniyê jî bordûman bike.

YNK pirr baş dizane zirara PKKê gihandiye wê di wê temenê wê de ti kesî ew zirar nedaye wê û divê bi baldarî beramber PKKê helwêstekê werbigirin û nehêlin PKK destêwerdanê di karên wê de bike.

Di demekê de ku PKKê beriya bi 2 hefteyan piştevaniya xwe ji bo Lahur Cengî ragihandibû, niha çawa dibe ku ew bibin piştevanî Bafil û Qubad Talabanî.

30 09 2021

Pustên heman beş