Sipayê Pasdaran yê rejîma Îranê dest avêtîye çandina maddeyên hişber bi taybet «Marijuana» yê li gundên Rojhilata Kurdistanê û ev yêk bi destûra fermandarên Sipay tê encam dayîn.
Pêgehên taybet bi rûmal kirina nûçeyên Rojhilata Kurdistanê, eşkere kirine ku sipayê Pasdaran yê rejîma Îranê li gundê bi navê “Gogce” yê girêdayî parêzgeha Merîwanê, bi rêya hinek ji endamên xwe yên li wî gundî, bi hevbeşî «Marijuana» li wir çandîye.
Herwiha dest nîşan kirine ku ev yêk bi destûr û agahîya fermandarên sipayê Pasdaran tê encam dayîn û ji boy vê ticaretê kirêgirtî ji xew re çêkirine.