250 hezar leşkerên Iraqê dikevin rewşa amadehiyê

iraq-army-election (2)

Ji bo parastina ewlehiya proseya hilbijartinê, 250 hezar leşkerên Iraqî roja 10ê Cotmehê dikevin amadehiyê.

Serokê Komîta Ewlehiyê ya Bilind a Hilbijartinan Ebdulemîr Şemerî ragihand, hêzên ewlehî û leşkerî di roja dengdanê de dikevein rewşa amadehiyê, ji bo parastina ewlehiya hilbijartin û binkeyên dengdanê li seranserî Iraqê.

Diyar kir jî, roja 10ê Cotmehê ku proseya dengdanê ye, 250 hezar leşker û hêzên ewehiyê li bajarên Iraqê dikevin rewşa amadehiyê û erkê wan ew e, 8273 navendên dengdanê li 18 parêzgehên Iraqê biparêzin.

Serokê Komîta Ewlehiyê ya Bilind a Hilbijartinan da zanîn, hêzên ewlehiyê dê roja 5ê vê mehê sindoqên dengdanê li ser navendên dengdanê belav bikin û wan biparêzin.

Pustên heman beş