Etîyopya Karbidestên Neteweyê Yêkbuyî Dersinor Kir

Etîyopya Karbidestên Neteweyê Yêkbuyî Dersinor Kir

NY piştrast dike ku 7 karibdestên wan yên karên mirovahî ji aliyê Etîyopya ve hatin dersinor kirin.

Roja pêncşema rabûrî, hikûmeta serokwezîr Abî Ahmed 72 saet dabûn karibdestên NY ku ji Etîyopya derkevin.

Hikûmetê îdîa kir ku ew tevlî karên navxwe ên welat bûne û wan bi kiryarên din jî tewanbar dibînin.

Peyvdarê NY Ferhan Heq got: ji bo me herî sereke ewe ku karmendên me karê xwe di nav ewlehiyê de bikin û ger em nikarin wan şertan pêk bînin, divê em gavên din bavejin

Sekreterê giştî ê NY Antonyo Gotêrês jî got ku ew ji vê hengava Abî “matmayî” man.

NY dyar kir, ti bingeha yasayî tûneye ku Etîyopya karibdestên wê dersnor bike, hêjay gotinê ye ku karmendên NY, di bin yasayên navnetewî de tên parastin.

Pustên heman beş