RAPIRSÎ – AK Partî ji desthilatê dikeve’

RAPIRSÎ - AK Partî ji desthilatê dikeve'

Li gor rapirsiya Metropollê %53.7ê welatiyên Tirkiyê dibêjin, AK Partî di hilbijartineke siberojê de ji desthilatê dikeve.

Rêveberê Kompanya Lêkolînan a Metropollê Ozer Sencar, encamên rapirsiya meha Îlonê ya bi navê “AK Partî di hilbijartina siberojê de bi serdikeve?” belav kir.

Li gor rapirsiyê %53.7ê beşdarvanan bersiva “na” dan û gotin AK Partî biser nakeve û %37.8 jî bersiva “erê” dane û gotine AK Partî di hilbijartinan de biser dikeve. %8.5 jî bersiva “erê” an “na” nedane.

%65.8ê dengderên AK Partiyê bersiva “erê” dane û gotine AK Partî dîsa biser dikeve. %25.7ê dengderên AK Partiyê jî bersiva “na” dane û gotine AK Partî di hilbijartinan de biser nakeve.

%83.2ê dengderên CHPê û %79.2ê dengderên ÎYÎ Partiyê di wê baweriyê de ne ku AK Partî ji desthilatê dikeve. %55.2ê dengderên MHP ku di Tifaqa Cumhur de hevpeymanê desthilatê ye dibêjin AK Partî li ser desthilatê dimîne û %38.3 jî dibêjin AK Partî desthilatê ji dest dide.

Pustên heman beş