Tevgera Talîban ku dixwaze hikûmeta wan a Afganistanê li nav civaka navdewletî pênase lê bê kirin, bi Rûsyayê re danûstandin da destpêkirin.
Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid ji ajansa Tas a Rûsyayê re got: “Danûstandin niha bi Rûsyayê re hene. Lê beriya her tiştî ev danûstandin têkildarî naskirina hikumetê û vekirina balyozxaneyan e.”
Zebîhullah li ser îhtîmala erkdarkirina rayedarên din ên balyozxaneya Afganistanê ya li Moskowê diyar kir: “Wezareta Derve ya Afganistanê dê vê yekê çareser bike. Niha ya girîng ew e ku balyozxaneya Afganistanê ya li Moskowê û balyozxaneya Rûsyayê ya li Kabulê ji nû ve dest bi kar û xebatên xwe bikin. Piştre em ê mijara guherandina dîplomatan nîqaş bikin.”