Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY ya Iraqê UNAMI derbarê hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên roja Yekşemê 10ê Cotmehê hatin kirin de peyamek belav kir.
UNAMIyê di peyama xwe de bal kişand ser ku proseya hilbijartinê erênî derbas bûye û kêmbûna rêjeya beşdarbûna dengdanê jî nîşaneya bêhêvîtiya gelê Iraqê ye.
Herwiha UNAMIyê li ser îdia û giliyên sextekariyên hilbijartinê jî da zanîn, “Herî kêm ew îdiayên derbarê hilbijartinên 10ê Cotmehê hatin kirin de, carekê zêdetir hatine bilêvkirin.”
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî di peyamê de, ji ber xebatên wan kêfxweşiya xwe bo Komîsyona Hilbijartinên Serbixwe ya Iraqê nîşan da û spasiya hêzên ewlehiya Iraqê kir ku hiştine hilbijartin bi awayekî ewle birêve biçe.