Alxmahûyê Qendîlê derew li YNKê kir!

Pêş hilbijartinên 10/10/2021 yên Îraqê, Cemîl Bayikê Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê di yek ji daxuyaniyên xwe de daxwaz ji alîgrên PKKê kir ku deng bi namzetên YNKê bidin û alîkarya YNKê bikin daku di hilbijartinan de serbikeve.
Ev daxuyaniya Cemîl Bayik bo sedema dilnerehetiya namzetên PKKê ku li ser navê Partiya Azadiya Kurdistanê xwe namzet kirbûn, wan ragihand ger PKKe destek dide YNKê gelo çima em namzet kirine.
Bayik her weha ragihandibû ku nabe YNKe di hilbijartinan de rastî şikestinê were, ji ber ku wê Kurdistan lawaz bibe! Ev bi kurtî daxuyaniya Bayik bû li ser hilbijartinên Îraqê û namzetên YNKê lê gelo Bayik bi axaftin û bi kiryar wek yek kir? Bê guman na.
Tevî ku Bayik di çapemenya PKKê de daxwaz ji alîgrên xwe kir deng bi namzetên YNKê bidin, lê belê, jêr bi jêr ferman bi alîgirên xwe da ku deng bi namzetên “Nifşê Nû” bidin.
Çavkaniyên Pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, pêş hilbijartinên Îraqê PKKê tev alîgirên xwe haydar kirine ku deng bi namzetên “Nifşê Nû” bidin û deng bi namzetên PKKê û YNKê nedin. PKKê bi vî awa xwest wusa xweya bike ku alîkariya YNKê dike û dixwaze YNKe di hilbijartinan de serbikeve, PKKê dixwest bi daxuyaniyên Rêveberê xwe Cemîl Bayik wusa xweya bike ku dikare bêy Lahur cengî jî hevkarê hev bin, lê di rastiyê de wusa nebû. PKKê pêş hilbijartina, tev alîgirên xwe haydar kirin ku deng bi namzetên “Nifşê Nû” bidin û bi namzetên PKKê bi xwe jî nedin, ev biryar ji ber yek sedem bi tenê bû, PKKê dixwest bi vî awa wusa bide nîşandan ku deng bi YNKê dane, loma deng bi namzetên xwe jî nedan, tevî ku hijmara alîgirên PKKê li Başûrê Kurdistanê pir hindikin û xwe nikarin yek namzet jî serbixin lê dîsa PKKê daxuyanî da û wusa da xuyakirin ku alîgirên wê pir zêdene û dikarin alîkariya YNKê bikin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kir, daxuyaniya Cemîl Bayik li ser fermana Îranê bû daku bikarin pêwendiyên xwe li gel YNKê biparêzin û bikarin ecîndayên herêmî yên Îranê li Başûrê Kurdistanê cîbicî bikin, jiberku piştî 8î Temozê ku di nêvbera Lahur Cengî û Bafil talebanî yên hevserokên YNKê têk çûyî berjewendiyên PKKê û Îranê li herêmê ketin xetereyê de, bi vê daxuyaniyê Bayik xwest wusa bide xuyakirin ku ew dikarin bi Bafil Talebanî re jî tev bigerin, lê belê di rastiyê de PKKê xefik ji Bafil û YNKê re koland.
Bi vê yekê PKKê xwest Bafil Talebanî weke kesek kêr nehatî bide nasandin û wusa xweya bike ku tevî PKKê destek da Bafil lê belê dîsa nekarî serkeftinê bi dest bxe, bi vê yekê jî xwest hem Bafil Talebanî bişkîne û hem jî wusa bide xuyakirin ku YNKeya bêy Lahur nikare serkeftinê bi dest bixe xwe ger PKK jî destekê bide wan.