Mîlîşyayên Hizbulla a Îraqê, weke nerazîbûn li ser encamê hilbijartinên parlmena Îraqê, hinekî maye rewşa neasayî rabighînin.
Îro roja sêşemî 12/10/2021ê mîlîşya û girûpên çekdar ên girêdayî Hizbulla a Îraqê, amadekarî kirine ku rewşa neasayî weke nerazîbûn li ser encamên hilbijartinê ragihînin.
Medya Îraqî eşkere kir, serkirdeyên Hizbulla îro civiyane û li saetên pêş me, dibe ku rewşa neasayî were ragihandin.
Herweha dest nîşan kirne ku yêk ji xalên ku di civînê de hatne nîqaş kirin eve ku deng cardin werin hesab kirin.