Amerîkayê li derbarê Rojava Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê

Amerîkayê li derbarê Rojava Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê

Amerîkayê hişyarî da Tirkiyê û ragihand ku ew her êrîş û destwerdaneke Tirkiyê ya di Sûryê de şermezar dikin û bi pêwîst zanî her alîyek pabendî agirbestê bibe.

Di bersiva Receb Tayb Ardogan serokkomarê Tirkiyê de, ku li roja 11 vê mehê gotibû emê êrîşeke din li ser Rojavayê Kurdistanê dest pê bikin, Amerîkayê hişyarî da.

Nêd Pirays berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê di vê derbarê de got: Amerîka bezandina sînorên Sûryê ji hêla Tirkiyê ve û her wiha karên wê ên têkder li wî welatî şermezar dike.

Her wiha got: Girînge her alî pabendî agirbesta li Sûryê bibe.

Ev hişyarîya Amerîkayê paş du rojan li ser daxuyanîya Ardogan tê ku gotibû emê operasyoneke din li ser Rojava Kurdistanê dest pê bikin.

Pustên heman beş