Tirkiye bû welatê duyem ku herî zêde azadî lê kêm bûye

Li gor rapora Freedom House, Tirkiye di hebûna azadiyê de li ser asta cîhanê di nav 195 welatan de di rêza 146an de cîh girt û sala 2021ê Tirkiye duyemîn welat bû ku herî zêde azadî lê kêm bûye.
Navenda Freedom House ku li ser asta cîhanî raporên di warê azadiya li welatan amade dike, “Rapora Azadiyê ya 2021ê” belav kir.
Li gor raporê berovajî pêşketinê li gelek welatan di warê demokrasiyê de paşveçûn heye. Sala 2020ê li 73 welatan demokrasî paşveçû û li 28 welatan jî demokrasî pêşket. Tirkiyê jî di kategoriya “welatên ne azad” de cîh digre.
Li gor raporê asta paşveçûna demokrasiyê ku 2005an bi awayekî gerdûnî destpê kir, sala 2021ê gehişte lûtkeyê. Hejmara welatên ne azad sala 2021ê zêde bûye. 82 welat di kategoriya welatên azad de cîh digrin ku ev hejmara herî kêm a 15 salên dawî ye. Tirkiye jî di nav de hejmara welatên ne azad jî gehişte 54an.
Li gor raporê, Tirkiye di warê azadî û demokrasiyê de ji nav 195 welatan, di rêza 146an de cîh digre. Tirkiye heta niha jî di kategoriya “Welatên ne azad” de cîh digre û punanên endeksê yên Tirkiyê li gor pîvana 100 puanan 32 puan wergirtiye. Herwiha di 10 salên dawî de piştî Maliyê ku welatekî Afrîkî ye, duyem welat bûye ku azadî û demokrasî herî zêde paşve çûye.
Tirkiyê li gor endeksê di 10 salên dawî de 31 puan ji dest dane. Welatên wek Uganda, Mozambîk, Pakîstan û Bangladeş jî di warê azadiyê de ji Tirkiyê baştir in. Tirkiye di warê aborî û demokrasiyê de di nav qeyraneke mezin de ye û li gor The Economist, di nav 167 welatan di rêza 110an cîh digre.
Di raporê de tê destnîşankirin ku li Tirkiye azadiya medyayê nîne û medya serekî propagandaya hikûmetê dike û zexteke siyasî ya zêde li ser medya serbixwe heye. Di raporê de tê gotin ku li ser sosyal medyayê çavdêriyeke zêde heye û kesên di warê aborî, teror û operasyonên serbazî de nêrînên xwe tînin ziman tên desteserkirin û darizandin.