Rastiya Xelîfan û nûçeyên PKKê yên bêexlaq

PKKê ji 3 îlonê ve, li ser bûyerên xeyalî yên li Xelîfanê, kampanyayekê dimeşîne. Li ser bingeha vê kampanyayê, tê gotin ku 7 Gerîla ji aliyê Pêşmerge ve hatine kuştin, li gorî PKKê, tîmeke wan ku ji ava Zapê derbas dibûn ketine kemîna Pêşmergeyan, li ser vê derewê PKKê banga girseya xwe ji bo çalakiyê kir.

Wekî din, PKKê ev bûyer her carê mîna senaryoyek fîlimê, di nava mehekê de çend care ji nû nivîsand, nivîsên berfireh kirin, di dawiyê de, ji bo ku bûyer bête bawer kirin, PKKê îdîa kir ku yek ji 7 Gerîlayên ku ketine kemînê, sax felitîye.

Wêneyên vî Gerîlay hêjan nehatine belavkirin, bi îhtîmaleke pir mezin, ewê ser vê  fîlimê vî lîstikvanî weke «Xeyrî yê ji bûyera Xelîfanê felitî» li ser TV yê jî emê temaşe bikin.

PKKe  tevgereke ku fermandarê xwe yê 32 salan dikuje, din ava rêxistinê de wî weke tasfîyecî îlan dike, payre jî sersaxiyê ji malbatê re dişîne û dibêje YNKê êrîşî wî kir û ew kuşt, ev mînak serpêhatîya «Farûq Bozkurt», yê bi kodnavê «Nasir» e.

Wezîrê Propaganda û Ronakbîrî yê Hîtler û xapandina gel

Wezîrê Propaganda û Ronakbîrî yê Hitler «Joseph Goebbels», xwedî pirensîbên mezin ên propagandayê bû, yek ji wan pirensîban ev bû: «Ger hûn derewek bi têra xwe dirêj bikin, bi têra xwe bi qelebalix û bênavber dûbare bikin, mirov dê ji wê derewê bawer bikin, nehênîya dane bawerkirina derewê bi mirov, her û her dubare kirina derewê ye».

Wê demê Radyo amûra ragihandinê a herî bi bandor bû, tim û tim propaganda dikir di got: «Elmanya serketin bi dest xist, hemû cîhan nikarîbû Elmanyayê têk bibe, Emerîka jî hewcedarê Elmanya yê, berxwedaneke mezin didome» û hwd. Ji bo vê yekê kurtefîlm di hatin çêkirin.

Senaryoyên curbecur dihatin nivîsandin, gelê Elman ji derewên dubare yên wezîr «Goebbels» bawer dikir, artêşa Alman li Mosko yê têk çû, artêşên «Sovyetê» leşkerên Elmana di qelandin, li aliyekî din, girseya di bin bandora propagendeya derew de we difikirîn ku artêşa Elmana pir serketîye û wan li salonên sînemayê pîrozbahî û şahî çêdikirin.

Di rastiyê de, pirraniya girseya Elmanan we difikirîn ku tankên Elmana li nava kolanên Mosko yê ne, heya roja ku wan bi cavên xwe dîtî ku artêşên Sovyetê bi tankan ketin bajarê Berlînê, Ji Goebbels re pisporê propaganda û derewan tê gotin, di rastiyê de, erka wî xapandina gel bû.

Weke Şopdarê Goebbels regahandina PKKê

Ger hûn kesek rastbîn bin û medya PKKê jî dişopînin, hûnê bibînin ka PKKe pirensîba xapandina raya giştî ya Goebbels çiqas baş bicîh tîne.

Girseya PKKê girseyekî xapandîye, ew we bawer dikin ku «PKKe ji serketinekê ber bi serketineke din dibeze, ku artêşa Tirk nikare gavekê pêşde biavêje, hemû cîhan Evdila Ocelan wekî rêberê xwe dibîne, cîhan hemû muhtacê Ocelan û PKKê ye û hwd», PKKê girseya xwe bi van derewan daye bawerkirin.

Vêca ev çîroka Xelîfan jî xelekek ji vê fîlima xapandina gelê Kurd e, di rastî de, li Xelîfan ti bûyerek ku Pêşmerge têde beşdar bûyî nîne. Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê di 3 yê Îlonê da daxuyanî da bû û gotibû ku wan di 28 ê Tebaxê da 7 gerîlayên ku rêvebirên jin jî di nav da hene, li devera Gare kuştine, li aliyê din PKKe tevî daxuyaniya wezareta bergirîya Tirkîyê, hêzên Pêşmerge tawanbar kir, dîroka PDKê eşkere ye û heke tiştekê bike jî bi serbilindî dibêje min kirîye, PDKê di 7 ê Cotmehê de ragihand ku çi têkiliya Pêşmerge bi vê bûyerê re nîne.

PKKe rasterast mirovan dike hedef

Lê bele PKKê dev ji dubarekirina vê derewê bernade û derewên mezintir dike, PKKê li Kobanî û Dêrika Hemko meşên ku rasterast PDKê û malbata Barzanî dikin armanc, organize kirin, dirûşm avêtin û komek jin jî ber bi deriyê sînorî yê Sêmalka ve meşandin.

Li Şingalê êrîşî berbijêrên PDKê kirin, li televîzyonên PKKê binêrin, ew hema hema her demjimêrek bêbextî û derewan li PDKê dikin.

Li ser sînaryo ya Xelîfan xeleka dawî a derewan di derbarê fermandarê hêza Zêrevanî «Ezîz Weysî» û berpirsê Hêzên Roj «Dilovan Rubarî» de hate kirin, weke her car vê carê jî li ser navê kesekê ku naxwaze navê xwe dîyar bike agahî têne belavkirin, lê ev Şano bû Şanoyek pêkenok.

Çi keramete, wî kesê nedîyar ev agahî daye ajansa PKKê ya Rojava ANHA yê, Hemî kiryarên dijî Xelîfan li Rojava têne kirin, ji ber hin sedemên siyasî PKKê şanoya Xelîfan li Rojava pêşkêşdike; sedemê Yekem: Dorpêçkirina Rojava, astengkirina hevdîtinên Kurdî-Kurdî li Rojava, ji bo êrîşkirina ser Pêşmergeyên Roj zemînek çêbikin, bê guman, ji bo xwe li Şingalê mecalê hereketa sîyasî û leşkeri peyda kirin, bi îhtîmaleke mezin, emê di rojên pêşî ya me de nûçeyên li ser êrîşên PKKê pir bibihîzin.

Gelo raste ku yekîneyên çalakvanên PKKê hatine girtin?

Sedemek din a girîng a derewên bêexlaq yên PKKê di derbarê mijara Xelîfan de heye, girtina hin yekîneyên PKKê ku li bajarên Herêma Kurdistanê bi cîh bûne û dixwestin çalakîyên leşkerî bikin.

Gotgotkek heye ku bi dehan kesên ku bi yekîneyên PKKê ve girêdayî ku dixwestin li bajarên Kurdistanê çalakiyên çekdarî bikin, hatine girtin, di rastiyê de, yekîneyeke terorê ya ku di xwest di hundir de êrîşî Herêma Kurdistanê bike hate ji nav birin, ji ber ku PKKe encamên hilbijartinan bi vî rengî hêvî nedikir û ajandayeke PKKê a cûda hebû, li gorî vê ajandayê Haşda Şabî da bi firokeyên Drona êrîş ket û PKKe jî bi rengê penaberan da bi bejayî êrîşî dezgehên Hukûmî û emnî ket.

Heke pîçek exlaq, terbiye û welatparêzî jî bi PKKê re heba, ew jinên Kurd li ber derîyê sînorî yê Sêmalka ne dimeşandin, lê ev yêk nîşan dide ku PKKe şopdarekî başê Goebbels e, ji ber ku, PKKe jî mîna Goebbels têk diçe.

Serketina PKKê mîna serketina Goebbels e

Payîz hat, operasyonên artêşa Tirk yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de jî bidawî tên, di van operasyonan de PKKê şikestinek pir mezin xwar, «Tunelên şer» bi zanebûn bûne gorên ciwanan, PKKê  lotkeyên sitratejîk yên çiyayî radestî artêşa Tirk kirin, artêşa Tirk hêzên Gerîlayên li deverên Silêmaniyê jî xistin, vê yekê jî PKKe bêhtir bêbizav hişt, di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de li Şingal û Silêmaniyê têk çû, piştî şerê xenedekan girseya PKKê li Bakurê Kurdistanê jî helîya, vêca PKKe  veguherî hêzeke piçûk û xedar, luma jî ew dixwaze Rojava weke yekîneyeke leşkerî birêve bibe.

Nûçe û propagandaya bêexlaqî ya ku li ser Xelîfan tê kirin ji bo veşartina vê rastîyê ye.

Di bin vê xapandina bêexlaq de, PKKê Ocelan wekî rêberê gelan, xwe wekî navnîşana çareserî ya Rojhilata Navîn û hêza xwe ya leşkeri jî wekî hêzeka ku hêza NATO ji nav birî, pêşkêş dike.

Çawa ku Goebbels gelê Elman bi gotegotkên em serkeftîne xapand heta ku tankên Rûsî ketin Berlînê, PKKe jî heman tiştî dike, PKKe dibêje serkeftin ya me ye, lê bele di rastiyê de, PKKe bi hemû awayî wenda kirî ye.

Hêza Propaganda ya guhertina rastiyan nîne, PKKe bi wan zarokên xapandî û berdayî kolana, qîjewîja ciwan û jinan ve nikare heqîqetê biguherîne, Rojek dê were, mîna ku di hilbijartinên Şingalê şemaqek dê li rûyê wê bikeve.

Goebbels ew Elmanya mezin û hemû dijmin bandorkir, ew serwerê cîhana propagandayê bû, lê hûn dizanin ku çîroka wî çawa bi dawî bû? Goebbels bi nûçeyên derew, bi propaganda û operasyona mejî tevahi Almanya heta dijminê xwe jî xapand, Raste Gebbels master bû jî boy propaganda a derew lêbelê hûn dizanin dawîya Goebbels çi bû?

Dawîyê vê bînîn bîra xwe û propagandayên xwe yê bêexlaq zêde bawer nekin.

Pustên heman beş