Kuryek Besê hebe bar li erdê namîne!!

به‌سێ هۆزات، ئه‌نداما كه‌جه‌كێ بۆ مه‌دیا په‌كه‌كێ ئاخڤی و هنده‌ك نرخاندن كرن، هه‌ر چه‌ند كو داخویانیێن هه‌موو ئه‌ندامێن كه‌جه‌كێ عه‌ینی ئاخفتن، عه‌ینی دره‌و و حه‌نه‌كانه‌، لێ به‌لێ ڤێ جارێ «به‌سۆ» فه‌رق ئاخڤی، تشتێن نوو گۆتن، د‌ره‌وه‌ك ئه‌وقاس ب ده‌به‌نگی كر، هه‌ما بێژه‌ وێ كورتانێ خوه‌ هاڤێت و ب خوه‌ ڤه‌ ڕیت، ئه‌وێ گۆت: «هه‌گه‌ر نه‌ ژ په‌ده‌كێ با، عه‌فرین نه‌دهاته‌ داگیركرن»!

Besê Hozat, endama KCKê bo medya PKKê axivî û hinek nirxandin kirin, tevî ku daxuyaniyên hemû endamên KCKê eynî axaftin, eynî derew û henekane, lê belê vê carê “Beso” ferq axivî, tiştên nû gotin, derewek ewqas bi debengî kir, hema bêje wê afirê xwe avêt û bi xwe de rî, ewê go: “Heger ne ji PDKê ba Efrîn, nedhat dagîrkirin”!.

Nehêsane du mirovên wek yêk bên dîtin, lê di PKKê de ev tişt zehif heye, ev rêxistin etarîye çi dipirsî heye, mirov matmayî dimîne ev Girûpa pîremêr û pîrejinan çi qas bi debengiyê wek yêkin, carna Cemal tê mijara kerdizînê di nirxîne, Cuma tê û dibêje ya Marks û Engles nekirî Apoy kir, Sebrî dibêje kilîla çareserîya Efxanistanê Apo ye, û Ebas dibêje ji felsefeya Apo neba DAIŞ nedhate têkbirin, ya rast kuriyek KCKê hebe, bar li erdê namîne!, lê ma mirov ji rêxistinekê çi hêvî dike ku rêberê wê komkirina pereyan bi bînamûsîya herî mezin bi hesbîne?!

Besê Hozat endama KCKê roja 17 cotmeha 2021 ê bo radio ya Dengê Welat axivî ye, bi kurtasî ev nîvişkê axaftina wê ye:

  • Tirkiye gava pêşîn ya pilana qirkirina li ser Kurdan ji Îmraliyê avêt.

  • Tirkiye dixwaze Apo bîne ser xeta xwe û wî teslîm bistînin.

  • Îro azadîya fîzîkî a rêbertiyê ne tenê daxwaza Kurdane, bûye daxwazeke gerdûnî.

  • Heger ne ji PDKê ba, Efrîn Serê Kaniyê û Girê Spî nedhatin dagîrkirin.

  • 90% Ya êrîşên hewayî yên li ser Başûrê Kurdistanê, bi îstîxbarata ku PDKe dide MITê, tê kirin.

  • PDKe dixwaze destkeftiyên PKKê ên 50 salan ji bo xwe hesab bike.

Hostayê teslîmiyetê

Gotineke pêşîyan heye dibêje: “Mirîşka reşe, herdem nexweşe”, Besoyê di vê hevdîtina xwe de îsbat kir, ew bi debengiyê li asta herî jûre û li pêşîya hemû rêberê PKKê ketîye, ji ber ku wê bi devê xwe got: “Dewleta Tirk pîlanên qirkirina Kurdan ji Îmraliyê di avêje”, piştire ji bo ku vê şaşêtiyê bi peçine dibêje: “Dewleta Tirk dixwaze Apo bîne ser xeta xwe û wî teslîm bistînin”, gelo em dipirsn qey Beso çawa li teslîbûnê di nere? , Qey wexta Apo ji mehkemê re gotî “dîya min tirke, ez amademe xizmeta tirkiyê bikim”, ma ew neteslîmîyet bû, ma ev ne bese ku mîdalîya hostayê teslîmîyetê bi Apo bê dayîn?.

Di beşeka din ya axaftina xwe de Beso dibêje: “Îro azadîya fîzîkî ya rêbertiyê ne tenê daxwaza Kurdane, belku bûye daxwazeke gerdûnî”.

Beso wusa di fikre ku êşê gelê Kurd tune û ew çi kesabeteke din ji xwe re nake û tenê ji boy azadîya fîzîkî a Apo dijî û tev digere, newusaye Beso, haya gel ji wî zilamî tune, ew zilam ne rêberê gel û neyê gelane jî, gerdûn tenê yêk tiştî ji Apo dizane, dizane wî zilamî navê xwe çi qas bi şermezarî di dîroka rêberên Kurd de nivîsandîye.

Beso weke wê ya ku tir li bin guha ketî, behsa êrîşên dewleta Tirk a dagîrker li ser Başûrê Kurdistanê dike û dibêje: 90% Ya êrîşên hewayî yên li ser Başûrê Kurdistanê, bi îstîxbarata ku PDKe dide MITê tên kirin.

Besê ji xwe dinya û alem dizane dewleta Tirk endama NATO ye û her çi teknelojîya pêşketî a şer heye, ji xwe tenê mejîkê te yê piçûk wusa difkire ku dewleteke xwedîya vê pêşketinê lave lavê ji boy PDKê bike ji bo ku kordînatan li ser cihên we bistîne, ji xwe ev ne cara yekemîne rêxistin tuhmetên wusa bêexlaq ji boy PDKê çêdike, her çar perçeyên Kurdistanê baş fêm dikin ku armanca PKKê ji van tuhmetan ewe ku peyva PDKê li ser “tifaqa AKPê û MHPê” zêde bike.

Lê ev ne tekane tiştê ecêb bû ji devê Beso derketî, Beso dibêje: “Heger ne ji PDKê ba, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî nedhatin dagîrkirin”!, pirsa me ji boy Beso eve: Geniyê qey ma hûn difkirin gelê Kurd weke hewe gêl û debenege? Qey dinya û alemê dît mîlîtanên Apo bi tu awayî ji Rojava bazda û çawa Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Spî ji bo çetên Sultanî hiştin, qey gotinên Cemalê Kerdiz ji bîra we çûn wexta tilya xwe bilind kirî û gotî: “Heger şerefa Ardogan hebe, wê lingê wî bikeve di Efrînê de”, qey ma PDKe li wir bû yan mîlîtanên xwediyê tilyê û şeref û namûsê? Beso ji xwe hûn nikarin bi derewan weledê heram yê PKKê bavêjin di koşa PDKê de.

PDKe dixwaze destkeftiyên PKKê yên 50 salan ji bo xwe hesab bike!!

Besê li alîyekê din dibêje: “PDKe dixwaze destkeftiyên PKKê yên 50 salan ji bo xwe hesab bike” , ji xwe vê axaftinê hewcedarî bi bersivdayînê tune, zarokên Kurdan jî dizanin ev 41 sale PKKe hatîye avakirin û 37 sale şerê çekdarî dike, lê belê hêjan yêk metroya xaka Kurdistanê rizgar nekirîye, hêjan gundê Apo rizgar nekirîye, ji kerema xwe bome bibêje kîjan destkeftî ne ku PDKe dixwaze ji PKKê bistîne? Teslîmîyeta zirçûyê kurrê dayîka Tirk?, Yan sitratejîya we ya ku gelê Kurd navê Biratîya Keran lê kirî?, Yan jî wêranîya hewe li Bakur li pey xwe hiştî? Ji xwe nê zarok jî dizanin yêk destkeftîya PKKê jî ji boy Kurd û Kurdistanê tune.

Li dawiyê jî em dibêjin, derewan jî huner û nîzama xwe heye, Beso jî ne ji vê hunerê û ne ji vê nîzamê fêm nake, rêxistina PKKê ji mêj ve ye dev ji netewe û serxwebûnê berdaye û rêya Biratîya Tirkan girtîye, biratîya ku Apo û MIT li Îmraliyê pilanê ji bo çêdikn.

Pustên heman beş