John Bolton: Çaresiya herî baş jinavbirina sîstema hukimraniya Îranê ye

John Bolton: Çaresiya herî baş jinavbirina sîstema hukimraniya Îranê ye

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê ragehand, çareseriya herî baş jinavbirina sîstema hukimraniya Îranê ye.

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton ragehand: ‘’Rêkeftina atomî ya welatên 5+1 li gel Îranê gelek xalên xirab têde ye.

Bolton got: Sîstema hukimraniya Îranê piştevaniya gel bixwe li wî welatî jê re tine û pêwîste nakokiyên di navbera desthilatdarên bilind ên Îran û sipaha pasdaran de bên ava kirin.

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê dibêje, çareseriya herî baş di cîha rêkeftina atomî de jinavbirina sîstema hukimraniya Îranê ye û piştî hilweşandina wê desthilatê, pêwîste stratejiyek bê danîn ku desthilata nû bê dûrxistin ji bidestanîna çekên atomî.

Rêkeftina atomî ya Îran û welatên 5+1 di sala 2015ê de li bajarê Lozan a Swîsrê hate îmza kirin û li gor wê rêkeftinê dê dest ji çêkirina çekên atomî berde û Amerîka jî cezayên li ser wî welatî dê sivik bike.

Şeva 08.5.2018ê serokê Amerîkayê yê wê demê Donald Trump biryara vekêşîna Amerîkayê ji wê rêkeftina atomî ya Îran û welatên 5+1 îmza kir.

Welatên 5+1 pêktên ji pênc welatên endamên daîmî yên encûmena asayîşa navnetewî yên Amerîka, Fransa, Rûsya, Brîtanya û Çîn û li gel wan jî Almanya.

Pustên heman beş