Yûnan, Qibris û Misirê hişyarî da Tirkiyê

Yûnan, Qibris û Misirê hişyarî da Tirkiyê

Welatên bi daxuyanyeka hevbar ragihandin, Tirkiye pabendî qanûnên navnetewî nabe û ew êdî çalakiyên wê yên provokatîf qebûl nakin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hersê welat lêkolînên sondaj û sîsmîk ên li nêzîkî Girava Qibrisê ji aliyê keştiyên lêkolînê yên Tirkiyê ve tên kirin qebûl nakin û ew çalakiyên Tirkiyê weke “li dijî hiqûqa navneteweyî” dibînin.

Hersê welat dibêje Tirkiyê li herêmê bi awayeke “provokatîf tevdigere” û xwestin ku Tirkiyê çalakiyên xwe yên li herêmê bi dawî bike.

Serokwezîrê Yûnanê Kiryakos Mitsotakis di civîna rojnamevabî ya hevpar a piştî lûtkeyê de axivî û got ku “Helwesta Tirkiyê ya li hemberî cîranên xwe li Deryaya Spî ya Rojhilat ji bo aştiya li herêmê xetere ye û tevkariyê nade çareseriya pirsgirêka Qibrisê”.

Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sisî jî bal kişand ser hevkariya di warê elektrîk û gaza xwezayî de û got ku ew dixwazin gaza xwezayî di ser Misrê re bigihînin Yûnan, Balkanan û Ewropa Navîn.

Di civîna rojnamevanî ya hevbeş de, Serokomarê Qibrisê Nikos Anastasiadis tekezî li ser pirsa Qibrisê kir û got ku ew ligel çareseriya du dewletî ne.

Pustên heman beş