Li Kobanê wendahî û li Qendîlê bêdengî!

Li Kobanê wendahî û li derewkerên Qendîlê bêdengî!

Memet Mêrdînî

Rêveberên PKK’ê fêr bûne, her dema ku gerîlayekî wan yan rêveberekê wan ê diyar di nava Herêma Kurdistanê de ji aliyê balefirên Tirkiyê ve bê hedef girtin, rasterast PDKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê sûçdar dike, PKKe hertim dibêje destê PDKê di pêdana koordînata bi saziya îstixbarata Tirkiyê heye û ew hevkarê dewletê ye, lê dema di nava herêmên di bin desthilata PKKê û hevalbendên wê de kesekî wan tê hedef girtin, PKKe kor û lal dibe û ti daxuyaniya nade, her wek ti tiştek rûnedayî disekine.

Ev karê bê exlaq yê ku PKK’e pirr caran dubare dike, ew qas hatiye dubare kirin ku êdî ew bi xwe bahwer ji derewên xwe dikin, tevî ku dizanin ti têkilya PDKê pêre tuneye jî, lê ji berku hertim dubare dikin daku gelê kurd pê bixapînin niha ew bi xwe derewa xwe bahwer dikin!

PKK’e di vê mijarê de bi awayekî bê exlaq bûye ku ger kadroyekî wan yê di asta jor de bi nexweşiyê yan jî bi destê wan bi xwe can ji dest bide, raste rast PDKê sûçbar dike, ev yek di vê dema dawyê de pirr caran ji hêla rêveberên PKKê yên weke Besê Hozat a genî û Mistefa Karasû yê gêjok ku rast û çepên xwe jêk cuda nake hat dubare kirin, Besê Hozata genî di dawî daxuyaniya xwe de ragihand 90% ji wendahiyên PKKê bi sedema wan koordînatane yên PDKe dide Mîta Tirkiyê, Karasû yê gêjok jî hin caran PDK’e bi pêdana koordînatan bi dewleta Tirkiyê sûçdar kiriye û dibêje, ji berku ev herêm di bin desthilatdariya PDK’ê de ne, ew berpirsyare ji wan êrîşên li ser gerîla û kadroyên me tên kirin, lê belê ya rast herêmên rayedarên PKKê qala wan dikin ne bi tenê di bin desthilatdariya PDKê de nîne, belku di bin desthilatdariya PKKê de ne û bi “herêmên parastina medya” tên nav kirin, PKKe xwe rê nade çûçik li wan herêman bi azadî bifire, rê nade û nedaye heya niha yek sivîl bikeve wan herêma, evca PDKe çima berpirsyar tê nîşandan?! Vê pirsê bi tenê yek bersiv heye ew jî eve ku PKK’e bi vê yekê dixwaze PDKê di nava gel de bişkîne û têkçûn û bê exlaqiya xwe pê bipeçine.

Em basî wan kesan nakin yên ku pêş niha di nava PKKê de bi destê PKKê bi xwe hatine tasfiyekirin, em basî dîroka qirêj ya PKKê nakin ku têde bi sedan kadroyên xwe bi awayên cuda tasfiye kirine, belku emê basî îro bikin, emê ji PKKê û rayedarên wan ku mîna tûtîyan bi tenê dizanin axaftinên xwe dubare bikin dipirsîn, gelo ger li herêma Kurdistanê PDK’e baladest be loma hûn PDKê sûcdar dikin, li Rojava kî baladest û desthilatdare ku îro du ji rêveberên we li wirr hatin kuştin û dengê we tune?!

Tevî ku tev saziyên ewlehî û medenî li Rojava Kurdistanê di destê PKKê bi xwe dene, lê pirr caran kadroyên wê yên di asta bilind de tên armanckirin, weke mînak, îro roja çarşemî 20ê Cotmeha 2021an, otomobîla Hevserokê Encûmena dadwerîya Civakî ya Rêveberiya Xweser Bekir Cerad li bajarê Kobanê hat hedef kirin û li gor daxuyaniya asayîşa PYDê-PKKê, di encama wê êrîşê de Bekir Cerad birîndar bû û 2 endamên Rêveberiya Xweser bi navê Faris Mizî û Hemze Hemze jî hatin kuştin. Herweha hejmarek sivîlên din jî birîndar bûn. Gerek li virr ji Qarasû yê gêjok û Besê Hozata genî bipirsîn, gelo qey Kobanê di bin desthilata PDK’ê de ye û PDK’ê koordînat bi dewleta Tirkiyê dane, yan ev karê we bi xwe ye?! Çima hûn di medyaya xwe ya derewîn de dernakevin û berpirsyaran ji bo gel eşkere nakin?! Qey însan ev qas bê exlaq û bê rûmet dibe?! Gelo weke çewa kadroyên we di nava kobanê û Şingalê ku di bin desthilatdariya we de ne hatine hedef kirin li Amêdiyê û Duhok û Hewlêrê jî ku di bin desthilata PDKê de ne hatine hedef kirin?! Divê hûn baş fêm bikin, êdî hûn nema bikarin gelê kurd bixapînin, êdî gelê kurd ji derewên we bahwer nake û rûyê we yê rasteqîne ji boy gelê kurd eşkere bûye, ji kerema xwe carek din ku di nava medyaya xwe de derdikevin û derewan dikin, hinekê şerim ji xwe bikin, hinekî hurmeta xwe bigrin û bê hurmetiyê bi gelê kurd re nekin, ji ber ku niha her kes kîmyaya we dizane û dizane senga we çi qase.

Pustên heman beş