Li Bakurê Rojavayê Bosnayê, koçberên ku hewl didin derbasî Ewrupayê bin, dibêjin ku polîsên Kurwatya li wan didin, tiştên wan didizin û bi çekan gefan li wan dixwin.
Îbrahîm Resûl ku temenê wî 32 sal in û berî çar salan ji Afghanistanê reviyaye, ji Ajansa France Press re got ku”polîsên Kurwatiya wek hovan serederiyê dikin. Ew li hemî penaberan didin, çi zarok, çi jin û çi jî pîr”.
Îbrahim, li gel dehan malbatên koçber, ku piraniya wan Afghanî ne, di kampeka bê xizmet de li gundê Vîlîka Kladosa dimîne, bi hêviya derbasbûna Yekîtiya Ewrupî.
Bi salane, mafnas polîsên Kurwatya tawanbar dikin ku ew bi zor û tundiyê koçberan dûr dixin, her wiha Yûnanistan û Romanya jî bi serederiya ne baş ya penaberan tawanbar kirin.