Gelo ewên li Sêmalka diqîrin kî ne?

Siyaseta PKKê ya ku di navbera Kurdan de kîn û nefretê derdixe naraweste, PKK hewl dide ku parçeyên Kurdistanê li dijî hev derbixe, Êzîdiyan parçe bike û li dijî hev bike dijmin, dixaze nasnama Êzidiyan a netewî pûçbike, yanî li ku derê birînek di nav Kurdan de hebe, PKKe bi hemû hêza xwe ve wê birînê daxdike.

PKKe dixwaze şer bikeve nav mala Kurdan de.

Şanoya jinan a ku van rojan li Sêmalka tê pêşandan, di çarçoveya stratejiya kûrkirina parçebûna ruhî ya di nava gelê Kurd de ye, nakokîyên partîyan dike bingehên ji hev parçabûna civak û neteweya Kurd, mîmarê vê stratejiyê jî Tirkiye ye.

Tirkiye li Bakurê Kurdistanê û li parçeyên din pêkhatina cîhaneke rûhî ya Kurd a hevgirtî ji bo xwe weke xeteriyeke mezin dibîne, di vî babetî de heger bikaribe yek kesî jî li dijî Kurdan bi kar bîne ji bo xwe bi serkeftin dibîne.

Tu feriq di navbera jinên Kurd ên ku dewleta Tirk li ber deriyê ofîsên HDPê dayne rûniştin û jinên ku PKKê ew evêtî ber deriyê sînorê Sêmalka de nîne.

Ev cûrê bi kar anîna jinan ne ji bo başiya Kurdan e, ji bo xerabiya Kurdan e, tenê ji bo ku Kurdan bikin dijminê hev tê kirin, ango PKKe dixwaze şer bikeve nav mala Kurdan de.

Ne pêwîste em zêde mezin jî bikin, ev komek jinên li ser sînorê Sêmalka li dijî Başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDKê û Barzanî dirûşman di avêjin, ne karekî cidî ye, ji ber ku armanca wan diyar e, piraniya wan mamoste, karmend an jî dayikên xebatkarên sazîyên PYDê ne, yanî pêwîstiya vê komê bi rêveberiya Tev-dem ê heye, AKP jî wiha dike, mirov bi derfetên dewlet û rêveberiya Erdogan heqdestê xwe distînin, sûd werdigrin û piştre jî derdikevin ser şeqama û dibêjin «Em bi te re ne ey reîs» yanî ew koma Sêmalka jî li ser vê hesabê tevdigere.

Mixabin, ya ku Rojhilata Navîn bê jîyan dike jî, hebûna vê cahaletêye ku her kes dikare wana ji bo xwe bikar bîne, ev kes ji bo her cure xerabiyê wek amûr tên bi kar anîn, rastîya Jinên Sêmalka jî diqîrin heman tişte.

Çima ew jin li wir diqîrin? Ji ber ku PKKê ji wan re derewek kirîye û gotiye, li Xelîfanê 6 gerîlla ji aliyê Pêşmergeyan ve hatine kuştin, PDKê jî bersiva vê tewana derew daye û gotîye ku çi bûyereke wiha rûneda ye, lê girseya ku PKKê ji Qamişlo bi otobusan anîne derîyê Sêmalka li ser vê derewê nafikire, tiştên ji wan re hatî gotin ew jî mîna robotan dubare dikin.

Her wusa, ger hêza van kesan ya lêpirsînê hebûya, ewê pêşî qirika PKKê bigirta û hesabê ciwanên Rojava yên ji aliyê PKKê ve hatin terorkirin bipirsiya, pêşîyê ew da li zarokên xwe xwedî derkevin, mînak da hesaba berpirsê asayîşa giştî ya Rojava yê ku PKKê înfaz kirî «Ciwan Ereb» dipirsî ba.

Jinên li Sêmalka kom bûne qirika Cemîl Bayik bigirin û bipirsa aqûbeta Ciwan Ereb û Dozdar Hemo bikin

Ciwan Ereb, berpirsê asayîşa Rojava bû, bi daxuyaniyên xwe tim li ser ekranan dihat dîtin, her wiha rêveberekî berê yê PKKê bû, ew rasterast di yêkîneya pasawanên Cemîl Bayik de ma bû. Dema ku Ciwan Ereb, berpirsê Asayîşa giştî bû, ji ber tewana ku ewî pêwendî bi şêxekî terîqatî re heye, li gel komek hevalên xwe hatin girtin, Ji wir di bin navê perwerdeyê de şandin Çîyayê Gare, piştî perwerdeyê PKKê ji kadiroyên xwe re got ku Ciwan di êrîşa hewayî de hatiye kuştin, lê belê kadiroyên PKKê yên kevin jî dibêjin ku Ciwan Ereb hatîye înfazkirin, PKKê jî li ser vê bûyera kuştina Ciwan Ereb çi daxuyanî belav nekiri ye, em behsa sala 2018 an dikin, ne dîroka kevin, ger kesên li Sêmalka kom bûne bixwazin cenaze bikin, pêşî bila qirika Cemîl Bayik bigirin û bipirsa aqûbeta Ciwan Ereb bikin.

Yan jî bi heman awayî hesabê Dozdar Hemo (Evdirrahman Hemo) ji Cemîl Bayik bixwazin, Dozdar Hemo fermandarekî kevin û xelkê Efrînê bû, di nava PKKê de kadiroyekî Rojava yê herî kevin û xwedî şîyan bû, lê Dozdar carina li gel PKKê nakokî dijîya, di dawiyê de, ew bi îdîaya ku wî pere winda kirine hate tewanbar kirin, Dozdar ku piştî sala 2017 an ji Rojava hat derxistin, birin çîyê.

Dozdar li Gare baş tê bêhêz kirin û wî daynin ba sazîyekê, Dozdar bê erk di sazîyek KCKê de tê hiştin, payre piştî salekê, PKKê ragihand ku Dozdar di Mijdara 2019 an de li herêma Qendîlê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest daye, ji ber ku bi rastî jî Dozdar terkî mirinê kir bûn, PKKê ew ji lîsta xwe derxist bû û dixwest ji wî xelas bibe.

Bi hezaran Ciwanên Rojava di nava PKKê de bê serûşûn winda bûne kesek li wan napirse

Ya ku em behsa bêhişbûnê dikin ev rastî ye, zarokên wan bi xwe, kesên ku serweriya ji wan re kirine ji holê winda dibin, kes li wan napirse, nabêjin kanê cenazeyên wan li ku ne, nabejin em biçîn termê Dozdar li Efrînê û yê Ciwan jî li Hesekê defin bikim.

Bi hezaran Ciwanên Rojava di nava PKKê de bê serûşûn winda bûne kesek li wan napirse, lê li ser derewa îspatkirî ya Xelîfanê hûn dibêjin emê cenazen xwe bigirîn.

Ewên Li Sêmalka ne Dayikên doza Kurdin, ne dayikên doza Kurdistanê ne, ew komek alîgirên PKKê ne

Belê, girse jî xerab dibin, di rastîya vî karî de, girseyên cahil pir xerabtir in, lê ya herî xeternak ew girseyên ku we difikirin ew hertîşî dizanin û pir cahilin, pir zirarê didin, li Sêmalka gel nîne, ew ne dayikên doza Kurdin, ne dayikên doza Kurdistanê ne, ne dayikên neteweyî û millî ne, ew komek alîgirên PKKê yên mobilin, li gorî pêwîstîyan tên gêrandin.

Pustên heman beş