Dev ji şîrê germ şewtîye, pifê dew dike

Dev ji şîrê germ şewtîye, pifê dew dike

Rêveberê PKKê Murad Karayilan, bi cîhazî muxateba gerîla kir, nirxandin ji boy êrîşên Tirkiyê li ser başûr û Rojava Kurdistanê kir, weke hertim wî xîtaba xwe bi êrîşkirina ser PDKê destpêkir.

Ajansa ANF ya PKKê îro 27 cotmehê belav kir ku Murad Karayilan yê bi kod navê Cemal, bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla re axvî. Bi kurtasî karaylan ev peyam da:

PDKe lingê hundir yê Tirkiyê ye.

Tirkiye li başûr şikest loma berê xwe da rojava

Emê nehêlin tecruba Efrînê dubare bibe

Sekina Apo ya Îmraliyê esasê her tiştî ye

Evdila berxwedana li hember şerê psîkolojîk afrandîye

Gerîla hêzeke Apogerî ye

Karayilan li derbara êrîşan got: dewleta tirk hesaba xwe kir bû ku di nava sê mehan de, qadên gerîla herêmên parastinê yên medya dagîr bike, ji boy vê jî weke lingeke hundirîn PDKe beşdarî vê pêvajoyê kirin, lê belê me serketin anî û tirkiyê êncam negirit.

Em nizanin Cemal qala kîjan serketinê dike, ya ketina Heftenînê û Zinara Kêste?, yan ya vala kirina 54 gundan û bi kuştin dana bi sedan gerîlayan, yan hatina artêşa dagirker bi kûrahiya 15 kîlometran di xaka başûr de, dibe di nerîna Cemal de ev yêk serketin be, lê belê gel van serketina nas nake.

Hemû rêveberên PKKê dixwazin şikestina xwe bi çêkirina tuhmetan ji boy Hikûmeta Başûr, pêşmergehan û PDKê bipeçinin, ew her roj li medyayê derdikevin û Eynî tiştî dubar dikin, ew difikirin gel ji van derewên wan bawer dike, lê belê her kurdek rastiyê dizane, her kes dizane kê Bakurê Kurdistanê Ji dijmin re hiştiye û derbasî perçeyên din yên Kurdistanê bûye û kî dixwaze wan perçeyan jî teslîmî destê dewleta Tirkiyê bike û kê jî başûr ji dujmin rizgar kiriye û parastiye, ev mijar ewqas zelale ku yê hinekê mejîkê wî hebe, hinekî wîjdana wî hebe bersivê baş dizane.

Tecruba Efrînê

Murad Karayilan di beşeka axaftina xwe de got: Tirkiye li başûr rastî şikestinê hat, loma wê car din berê xwe da rojava, lê emê vê carê nehêlin tecruba Efrînê dubare bibe, vê carê gel koçber nabe û wê mil bi milê şervanan li ber xwe bide.

Axaftina Cemal ku ew nahêle tecruba Efrînê dubare bibe tê wateya ku cara berê wan ji Efrînê bazdabû û ji Tirkiyê re hiştibû, ev bi xwe ji aliyekê îtîrafeke ji boy radestkirina Efrînê ji hêla PKKê bo destê Tirkiyê, ji aliyek din îtîrafek zelale ku PKKe dixwaze gel weke mertalê zîndî bide bera xwe û wan bide kuştin, dûv re were û propaganda û bazarê siyasî bi xwîna gel bike. Li rojên derbasbûyî Teyîb Erdogan û Hulusî Akar gef li Rojavayê Kurdistanê xwarin û gotin ku tişta pêwîst be wê were encam dayîn, Cemal jî îro hatîye dibêje: vê carê gel koçber nabe, çi dibe bila bibe, ya rast ew dixwaze gelê rojava ber bi şewatê û tehlukê bibe.

Cemal dixwest morala gerîla berz bike û ji wan re go: hêza gerîla, hêzeke Apogerî ye, yê ku baş ji paradîgma Apo fêm neke û ew nikare bibe gerîlayek modernît û serdem, nikare xwe pêş bixe.

Cemal ku xwe weke general di hesbîne, di kare rojê bi dehan gerîlayan fedayê Apo bike, ew her cara ku ji gerîlayan re di axive ji wan re nabêje kurd û Kurdistan, xak û netewe, ew tenê ji wan re dibêje Apo her tişt e, em ji boy Apo tev digerin û bêy Apo her tişt bê wate dibe.

Lingên PKKê

Gotneke pêşîyan heye dibêje: “dev ji şîrê germ şewitî ye, pifî dew dike”, Murad Karayilan li şûna ku berisva axaftinên Suleyman Soylu bide ku çend rojan berê jêre gotbû: “gerîla neşîne şer, tu bi xwe were, wekî mişkan xwe veneşêre”, ew tê û dibêje PDKe lingê hundirîn yê Tirkiyê ye, em dipirsin qey PDKê lingên Cemal girêdane û nehiştîye ew biçe bakur rizgar bike?, yan jî PDKê nehişt tu Enqerê û Stenbolê bi şewitînî wexta te behsa Efrînê û lingê Erdogan kirî.

Her kurdek dizane PKKe li alîyekî lingê Tirkiyê û li aliyek din lingê Sûriyê, Îranê û heşda Şebî ye û bi wekalet di bin navê dijatî kirina PDKê, şerê tev Kurdistanê û bi taybet herêma federe ya Başûrê Kurdistanê dike.

Pustên heman beş