Wezareta berevaniyê ya Amerkayê tekez kir, Tirkiye ji bernameya balefirên cengê F35 hatîye derxistin û ev welat tu caran nabe xwediyê van balefiran.
Berdevkê wezareta berevaniyê ya Amerîkayê Entonî Sîmîlrus ji rojnamevan re got: Biryara derxistina Tirkiyê ji bernameya balefirên F35 ji mêj ve ye hatîye dayîn û vegerîn jê nîne, pirsa firoştina balefirên F35 bi Tirkiyê ji îlona sala rabûrî ve hatîye daxistin û ev biryara dawiyê ye.
Dest nîşan kir, tevî vê biryarê, Amerîkayê rê li ber encamdana tu civînan ji boy nîqaşên li ser bernameya F35ê negirtîye.
Hêjay gotinê ye, rayedarên Enqerê û Waşingtonê wê li Enqerê hinek civînan li derbarê derxistina Tirkiyê ji bernameya F35ê encam bidin, lê belê dema wan civînan hêjan nehatîye diyar kirin.