Ji tirsa tolhildanê 170 malbatan malên xwe bar kirin

Ji tirsa tolhildanê 170 malbatan malên xwe bar kirin

Piştî êriîa şeva borî ya terorîstên DAIŞê xelkê bajarokê Mîqdadiye yê Iraqê bar dikin û berê xwe didin dever û bajarên din.

Şeva 26 vê mehê, çekdarên DAIŞê êrişî gundê Reşad yê bajarokê Mîqdadiye li parêzgeha Diyale ya Iraqê kirin, herî kêm 15 kes kuştin û gelek kes jî birîndar kirin.

Xelkê gundî şîe ne û ji eşîra Benî Temîm in. Piştî wê êrîşê çekdarên nenas êrîşî gundê Nehr Îmam jî kirin ku gundekî suniyan e û di wê êrîşê de jî herî kêm 15 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Piştî wan êrîşên dirinde, 170 malbatên devera Mîqdadiye ji tirsa tolhildanê bar kirine û koçberî bajarê Baqûbe û deverên din bûne.

Pustên heman beş