Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistdanê zilamekî jina xwe da ber kêran û kuşt.
Duhî êvarê li navçeya Seçuqlî ya bajarokê Betalgazî li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî 42 salî hevjîna xwe ya 38 salî ya bi navê Nûrsel T. da ber kêran û giran birîndar kir.
Li gorî agahiyan, Nûrsel (dayka sê zarokan) li nexweşxanê canê xwe ji dest da.
Tê gotin ku hevjîna wî zilamî dixwast telaq werbigire û jê cuda bibe lê ew razî nebû, ji ber wê jî dabû ber kêran.
Hat ragehandin ku zilam destpêkê reviyabû lê paşê bi xwe çûbû teslîmî polîs bibû.